1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirsgirêkên girtiyên nexweş dewam dikin
Pirsgirêkên girtiyên nexweş dewam dikin,pirsgirêkên,girtiyên,nexweş,dewam,dikin

Pirsgirêkên girtiyên nexweş dewam dikin

A+ A-

09:13 18.11.2013

ENQERE (DÎHA) - Hat ragihandin ku têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên bi navê Lokman Akbaba û Mustafa Kocaturk dewam dikin.

Li hemberî tehliyekirina girtiyên nexweş ên di girtîgehan de ku her roj astengiyeke nû tê derxistin, girtiyên nexweş di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Girtiyê nexweş Lokman Akbaba yê li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê de dimîne der barê nexweşiyên xwe de nameyek nivîsand. Akbaba di nameya xwe de diyar kir ku 19 sal e di girtîgehê de ye û gelek pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Akbaba ev xal diyarkirin, "Tedawiya nexweşiya ALS nîn e û nexweşiyeke kujîner e. Şaneyên sînîr ên masûlkeyan kontrol dikin dema bêfonksiyon dimînin derdikeve holê, dibe sedema nexweşiya sara û mirovan felc jî dike. Akbaba, diyar kir ku di aliyê wî yê çepê de masûlkeyên wî dihelin û bi çavan jî diyar dibe.

Ligel vê Girtiyê nexweş Mustafa Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa E a Gîresunê dimîne jî der heqê binpêkirinên mafan û nexweşiyên xwe de nameyek şand. Kocaturk di nameya xwe de anî ziman ku piştî fîrara li Girtîgeha Çewlikê mîna li gelek girtîgehan li Girtîgeha Gîresunê jî gelek binpêkirinên mafan rû dan û ev xusûs diyar kirin, "Ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê, dem dem ez sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê hatim kirim û tedawiya min li wir dikirin. Ji bo testên beşa urolojiyê diviyabû di yekemîn hefteya meha Îlonê de ez çûbama nexweşxaneyê. Lê belê tevî ku du meh jî di ser re derbas bûne hîn ez nebirime nexweşxaneyê. Tevî ku rêveberiya nexweşxaneyê got ku wê vê mijarê çareser bikin jî ev du meh in tu rewş nehatiye guhertin." Kocaturk, da xuyakirin ku dema têkildarî mijarê gilî kiriye jî bersiva, "Pêwîstî bi lêpirsînê nehatiye dîtin" dane wî.

(yş/mae)