"Pirsyarkirina têkiliya navbera kurdan ji bo vî welatî trajedî ye"
ENQERE (DÎHA) - Kurdên ku bersiv dan gotinên Serokomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ên "Çi eleqeya Kobanê bi Amed, Wan, Colemêrg, Mûş, Stenbol û Enqereyê heye" û diyar kirin ku ev pirsa cehaletê ye û wiha gotin: "Kesê ku vê pirsê dike serokomarbûna li vî welatî trajediya vî welatî ye. Ew der axa kurdan e û bihistiyariya me ya neteweyî heye. Lê ger ku ev der ne cihê kurdan bûya jî dê gelê kurd bihistiyariya mirovî nîşan bidana û komkujiya ku pêk tê temaşe nekirana."
Kurdan bersiv dan Serokomar Recep Tayîp Erdogan ê nerazîbûna xwe ya li dijî çalakiyên gel ê ji bo Kobanê ku dewlet bi tundî êrîş dike bi gotinên "Çi eleqeya Kobanê bi Wan, Mûş, Colemêrg, Stenbol û Enqereyê heye." Welatiyên kurd jî diyar kir ku gotinên Erdogan tenê ne ji bo kurdan ji bo Tirkiyeyê jî û ev î ji bo Tirkiyeyê tê wateya komediyê.
'Heke kurd li Kobanê nejiyana jî dê bihistiyarî tevbigeriyana'
Endamê Meclîsa KCD'ê Seydî Firat gotinên Erdogan û pirsa ku kiriye pir şaş û bêwate nirxand û wiha berdewam kir: "Em bibêjin Kobanê ne kurd be jî li wê derê li hemberî hovîtiyê helwestgirtina kurdan mirovî ye, tiştekî ewqas mirovî nîn e. Îro ne tenê kurd, tirk jî di vê mijarê de bêhstiyar in. Gotina çi eleqeya wî heye pirsgirêkek exlaqî û polîtîk e. Ev li hemberî felsefeya mirovahiyê jî nêzîkatiyeke bi pirsgirêk e. Ev nêzîkati nîşan dide ku ka çiqas tengav bûne, vê derdixe holê. Tu hincet evqas bêwate nabe. Ji ber ku nikare hincetê bibîne xwe dispêre hinceteke evqas bêwate."
Firat diyar kir ku Erdogan li aliyeke dibêje kurd birayên me ne lê ligel vê jî êrîşî kurdan dike û wiha pêde çû "Ev helwest heta dawî nesamîmî ye. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn bi rastî bi jênedereke ve rû bi rû ye. Bi vê helwesta xwe bi mutefîkên xwe yên NATO'yê re jî hatiye hemberî hev. Bi DAIŞ a ku bi hovîtiye re tê bibîranîn mina hev e. Tirkiye li ser zemîna sunî ya ereb xwe spartiye DAIŞ'ê. Li hemberî bertekên li dijî DAIŞ'ê bihistiyariyê nîşan dide. Evqas ketina DAIŞ'ê li hundirê Kobanê bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk hat. Heke samîmî be heke kurdan re dibêjin birayên me ne divê tiştên pêwîst bikin. Dê guh bidin bangên Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê yên di vê mijarê de." Firat destnîşan kir ku di çapemeniya Ewropayê de bêdengiya Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê dişibînin bêdengiya Rûsyaya ku li hemberî dagirkirina Hîtler a Polonyayê u piştre jî bi êrîşîn Hîtler re rû bi rû ma û got ku ev pênasekirineke pir di cih de ye.
'Eleqeya ku ji bo Tatarîstan û Tirkmenistanê nîşan de ji hezarî yek ji bo kurdên ku dibêje birayên me ne nîşan nade'
Serokê Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçier nerazîbûna xwe ya li hemberî gotinên Erdogan wiha anî ziman: "Erdogan û Tirkiye di organîzasyona DAIŞ'ê de cih girtiye. Ji ber vê yekê eleqeya wî pir pê heye. Li raya giştî de qeneateke ku çekên di destên DAIŞ'ê de û alîkariya lojîstîk Tirkiye dide heye. Îdiayên ku bi TIR'an çek diçin Sûriyeyê û digihînin ber destên DAIŞ'ê hene. Ji ber ku wisa ye eleqeya Kobanê ya xurt bi Tirkiyeyê re heye. Kurdistan bûye çar parçe û ev li dijî daxwaza kurdan pêk hatiye, kurd hatine parçekirin. Ji ber vê yekê bûyerên li Kobanê diqewimin wekî ku li Wan, Mûş, Amed, Silêmanî û Hewlêrê qewimî ye. Li Tirkiyeyê 20 milyon kurd dijîn, kesên li Kobanê dijîn xizmên wan in." Taşçier bilêv kir ku sedemên din jî hene ku Kobanê kurdên li her derê eleqedar bike û piştî ku êrîşên li dijî Kobanê dest pê kir hemû cihanê bihistiyarî nîşan da lê ligel vê yekê Tirkiye û Erdogan xemsar nêzîk bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li her kevirê Kobarê, li her bihostên axa Kobanê xwîna kurdan heye. Çi eleqeya Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re heye. Li Tirkiyeyê kurd dijîn, bi gotina eleqeye Tirkiyeyê nîn e nikare li ser bê derbaskirin. Ji ber polîtîkayên neyînî yên Tirkiyeyê eleqeya wî heye. Piraniya sînorê Tirkiyeyê derbasî destê dijminê mirovahiyê bûye. Li şûna vê yekê pirsyar bike bihistiyariya kurdan pirsyar dike. Ligel parçebûnê kurd li hemû parçeyan mirovan tenê nahêlin." Taşçier anî ziman ku kurdan bihistiyariya xwe ya li hemberî Kobanê berê jî ji bo Şengalê, piştre ji bo Hewlêrê nîşan dan. Taşçier di dawiya axaftina xwe de got ku Erdogan wekî serokwezîr tevdigere, lê divê wekî serokomar pêdiviyên peywira xwe bi cih bîne.
Ku piştgirî bidin DAIŞ'ê û faşîstan bi ser kurdan de bişînin dê bibînin ka çi têkiliya kurdan heye
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan jî li hemberî van gotinan bertek da nîşan û ev tişt anî ziman: "Bi rastî mirov nikare ji vê pirsê re çi bêje. Tirkiye heya Tataristanê diçe, alikariya Turkmenan dikin, ji kurdan re jî dixwazin ku têkiliya xwe bi parçeyên din re qut bikin. Dibêjin em birayê hev in lê têkiliya bi Tirkmenan re li dardixin nahêlin em di navbera xwe de li darbixin û ne jî ew bi me re lidardixin." Tan têkiliya kurdên Kobanê û yên Tirkiyeyê jî nirxand û wiha got: "Xwîna civanên Kobanê li ser herçar parçeyên Kurdistanê hatiye rijandin. Îro jî xwîna civanên herçar parçeyan li ser axa Kobanê direje. Em bi darê zore hatine parçekirin. Kurd tu car vê parçebûnê qebûl nake."
Tan destnîşankir ku xwedîlêderketina Kobanê di heman demê de meseleyek mirovî ye ne tenê meseleya kurdan e û wiha domand: "Li çalakiyên cur bi cur ên cîhanê binêrin gelek gelên din ji bo kurdan bertêkên xwe tînin ziman. Hemû mirovên azadîxwaz, wekhevxwaz li her derê dinyayê rabûye ser piyan, bêguman dê kurd jî helwesta xwe nîşan bidin. Ger ku Tirkiye dixwaze jiyanek hevpar bi kurdan ava bike, divê vê van rastiya, netewbûna kurdan jî qebûl bike." Tan, daxwaza xwe bi gotinên, "Divê sinor li ser DAIŞ'ê ve bêgirtin divê li metropolan wan faşîstan bi ser kurdan re neşînin" anî ziman û bi van gotinan jî ber pirsiyar hişyar kir: "Ku vê yekê nekin dê bi çavê serê xwe bibînin ka çi têkilî di navbera Kobanî û heremên din ên kurdan de heye."
Serokê Pena Kurd, Şeyhmus Sefer jî destnîşan kir ku ev gotinên Erdogan nabin mijara niqaşê û wiha domand: "Mirovek îro serokwezîratî kiribe îro jî serokomar be, ku ji civaknasiyê nizanibe, ji erdnîgariyê fêm nekiribe, netewbûnê nizanibe û tê negiştibe ka çi neteweyekî dike netewe, divê ku ne serokwezîr an jî serokomar be. Mixabin ku pirsgirêka me û ya gelê Tirkiyeyê, trajediya me ew e ku kesek wiha serokwezîr e. Ev komedî ye jî."
Sefer ragihand ku ev nêrina Erdogan, bi serê xwe nêrinek pir seqet e jî got ku pirsgireka herî mezin ewe ka Erdogan û rêyaderên tirk çawa li kurdan dinhêrin. Sefer got ku ev di heman demê de nêrîna wan ya li kurdan jî dide der û wiha domand: "Ev mesele nîn e mesele ew e ka çawa li kurdan dinêrin. Ew kurdan tune dihesîbinîn. Divê kurd vê yekê bibînîn û yekitiya xwe saz bikin. Divê çawa ku Kobanê, Amed, Qamişlo, Hewlêr yekîtiya xwe dar bixin em li ser vê yekê bisekinin." Sefer got ku ev nêrin dide nîşan ku hîn rayedarên Tirkiyeyê kurdan tune dihesibînin û wiha domand: "Li cihek ku wezîrên Erdogan dibêjin gelê Pirsûsê û yên Kobanê xizmên hev in ew jî radibe dibêje ka çi têkiliya we bi hev re heye."
Sefer ragihand ku tê xuyakirin dê di guherînên zagonên ku 14'ê mehê de derkevin, zagonên cezakirina daxwaza demokrasiyê ya li kolana ye û wiha got: "Nêrina xwe ne guhartine. Mantelîte ya wan ya serdastan e. Naxwazin ku kurd bibin yek. Alîkariya xwe zedetir dan DAIŞ'ê. Naxwazin ku têkiliya organik, ya erdnîgariyê di navbera Kobanê û kurdên vir derkeve holê. Dibêjin ku li xwedî derketin pêwist be em ê li we xwedî derkevin. Hun kî ne hûn nikarin bibin yek. Heqek we yê bi vê rengê tune ye. Bi van helwest û gotinan ji me re vê yekê dibêjin." Sefer herî dawî rêyedarên dewletê hişyar kir û got: "Alternatîfek din ji kurdan re nahêlin. Ku xirab bibe dê ji me hemûyan re xirab bibe."
(sa/wk)