Pirtûka Ocalan li pirtûkfiroşên li Spanyayê ye
Pirtûka destpêkê ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanên Spanî û Katalanî hatiye tercûmekirin, li 80 pirtûkfiroşên li gelemperiya welêt tê firotin
BARCELONA - ALÎ GULER
Pirtûka destpêkê ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanên Spanî û Katalanî hatiye tercûmekirin, li 80 pirtûkfiroşên li gelemperiya welêt tê firotin.
Li ser navê weşanxaneya Descontrol Edîtorîal a pirtûk weşand Hector Celerîs diyar kir, pêwîste cîhana rojava ji nêrînên Ocalan sûdê werbigire. Clerîn ji ANF'ê re axivî.
Pirtûka destpêkê ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kengî bi zimanên Spanî û Katalanî hat tercûmekirin?
Li Latîn Amerîkayê, di destpêkê de bi Spanî hat çapkirin. Li Spanyayê jî di destpêka meha Hezîranê de hat weşandin. Tevî Spanî me bi zimanê Katalanî jî tercûme kirin û bi her du zimanan weşandin.
Di destpêkê de çiqas hat weşandin?
Ewilî ji bo 3 mehan 1000 hatin çapekirin. Ji bilî çapa li ser kaxizê, dijîtala wê jî hat amadekirin. Serê sê mehan carekê wê di her du zimanan de nû bê çapekirin.
Pirtûk wê li çend cihan bê firotin?
Li Katalonyayê, li 30 pirtûkfiroşan e. Li gelemperiya Spanyayê wê li 80 cihan bê firotin. Tevî vê, wê karibe bi rêya înternetê jî bê xwestin û kirîn. Piraniya van pirtûkfiroşan jî li bajarên mezin in.
Hûn nêrînên Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk çawa dinirxînin?
Markîst, femînîst, anarşîstan bi têrkerî nikarîbûn xwe biguherînin, li paş man. Ocalan van rexne dike. Bi dîtina min rexneyên di cih de ne. Analîzên di konsepta konfederalîzma demokratîk de cih digirin, tespîtên ku pêwîstiya me bi wan hene, ne. Pêwîste tevgerê şoreşgerî yên li rojava vê ji xwe re bikin mînak.
Hûn dikarin vê mijarê hinekî din jî vekin?
Di mijarên sîstema baviksalarî, şaristanî, dewlet û kapîtalîzmê de analîz û rexneyên wî bala me dikişînin. Ya herî girîng jî em vê yekê ji bo xwe gelekî girîng dibînin. Girîng e li ser bê axaftin û li vir jî li gorî şert û mercên heyî bi cih bê anîn. Ji bo me tevgerên çep, Ocalan û nêrînên wî gelekî girîng in.
Aliyekî din ê girîng jî nêrîn û analîzên wî yên li ser şoreşa jinê ne. Nirxandinên Ocalan ne tenê ji bo jinên Kurd an jî jinên li Rojhilata Navîn derbasdar in, ji bo vir jî derbasdar in. Şoreşa jinê, komîn, meclîsên gel, konfederalîzma demokratîk, mijarên divê bi hesasî werin nirxandin in. Sîstema xweparastinê gelekî balkêş e. Çima hemû gel û kom xwedî sîstemeke xweparastinê nînin? Ya ku gelekî balkêş e; nêrînên hemû tevgerên çep dike sentez. Pêşî vedike.
Li Ewropayê çima pêwîstî bi tiştekî bi vî rengî hebe?
Di nava modernîteya kapîtalîst de xweparastina polîtîk, xweparastina aborî, xweparastina bîrdozî, xweparastina civakî pêwîst in. Di dema pêş de dibe ku pêwîstî bi xweparastineke fîzîkî jî hebe. Rast e di roja îro de zexteke fîzîkî nîne û dibe ku pêwîstî niha bi xweparastinek di vî warî de nebe, lê belê pêkane di dema pêş de pêwîstiya bi vê derkeve holê. Ji ber ku di roja îro de civak ji her alî ve teslîm hatiye girtin, sîstem pêwîstiyê bi zexteke fîzîkî nabîne.
Li cîhana rojava, civak bi temamî hatiye pasîfîzekirin, lewma modernîteya kapîtalîst pêwîstiyê bi bikaranîna zexteke fîzîkî nabîne. Ev yek rewşa tirsnak a civakan radixe pêş çavan. Zexteke giran a derûnî heye. Ji ber ku tevizî ye.
Hûn rexneyên Ocalan ên li ser Marksîzmê çawa dinirxînin?
Ez mirovekî anarşîst im. Ez rexneyên Ocalan ên li Marksîzm, anarşîzm û tevgerê çep ên antî sîstemê, rast dibînim. Li gorî min tespîtên rast û di cih de ne. Ji bo xwegihandina rastiyê, pêwîstî bi rexneyên bi vî rengî heye. Ku bi vî rengî mirov dikarin ji nava kaosê derkevin.
Hûn têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li Rojhilata Navîn, bi taybetî ya li Rojava dişopînin?
Heta 5 sal beriya niha bi tenê têkoşîna gelê Fîlîstînê dihat naskirin. Kurdistan heta hingî baş nedihat naskirin. Lê belê bi şoreşa Rojava re, tevgerên civakî û şoreşgerî li dora Rojava civiyan. Îro Kurdistan li tevahiya cîhanê tê nîqaşkirin û şopandin. Eleqeyeke gelekî mezin jê re heye. Ji bo gelek tevgeran, şoreşa Kurdistanê êdî bûye referansek. Di roja îro de li cîhanê du referansên şoreşgerî hene. Yek Rojava, ya din jî Zapatîst. Rojava şoreşa kantonal a sedsala 19'an a li Spanyayê û şoreşa gel a sala 1936'an a li dijî faşîzmê tîne bîra me.
Bi taybetî li Rojava, berxwedana jinên Kurd a li hemberî DAIŞ'ê derket pêş...
Bi sempatiyeke mezin tê şopandin. Lê belê nûçeyên destpêkê dihatin bi giranî di çapemeniya dewletan û bûrjûva de dihatin weşandin. Ev yek jî dibû sedema weşandina bi nêrîna dewletê. Niha di nava çapemeniya alternatîf û antî sîstemê de tê weşandin. Ev yek jî rastiyê radixe pêş çavan. Weke weşanxaneyê, me jî di nava vê demê de gelek pirtûk weşandin.
Hûn rewşa li Bakurê Kurdistanê çawa dinirxînin?
Eger em ê li cîhana rojava konfederalîzma demokratîk belav bikin, wê demê divê em şoreşa li Bakurê Kurdistanê esas bigirin. Ji bo me referans Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku berxwedana li dijî rejîmeke tund û zordar a dewletek mîna Tirkiyeyê, mînak e. Em berxwedana ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê bi sempatiyeke mezin û bi endîşe dişopînin.