1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirtûkên bi şik ên 'KCK' hatin binçavkirin!
Pirtûkên bi şik ên 'KCK' hatin binçavkirin!,pirtûkên,bi,şik,ên,kck,hatin,binçavkirin

Pirtûkên bi şik ên 'KCK' hatin binçavkirin!

Pêla girtinên di bin navê "KCK" de, ji siyasetmedarên kurd, rêveberiyên herêmî, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî, rewşenbîr, akademîsyen û gihişt heta rojnamegeran.

A+ A-

Hedefa operasoynên "KCK" ya nû pirtûk in. Di operasyona dawî de; têne ji Navenda Çand û Ciwana ya Cegerxwîn 34 pirtûkên Wezîrêta Çandê bandrollu dabû wan hatin desteserkirin. Hate zanîn ku pirtûkên şuphêdar ên "KCK" hêjî nehatine îade kirin.

Pêla girtinên di bin navê "KCK" de, ji siyasetmedarên kurd, rêveberiyên herêmî, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî, rewşenbîr, akademîsyen û gihişt heta rojnamegeran. Di van lepirsînan de pirsên ji BDP'iyan "Tu çima çuyî BDP'ê?", ji rêveberiyên herêmî "Te ji bo çi ev xizmet da?", ji akademîsyêna "Te çima ders da?" "u ji rojnamegeran "Te çima ev nûçe çekir?" hatin pirskirin wek pirsên deqkirinê cihê xwe di îddinameyan de girt. Piştî van operasyonan dor hate pirtûka.

Pirtûk binçavda ne!

Di operasyona li 17 bajarê Tirkiye bi fermana 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê, di 13 cile de li dijî BDP, Şaredarî, ÎHD, KURDÎ-DER, Navenda Çand û Ciwana ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê, KESK û gelek saziyên kurdan pêk hat de pirtûk û kovar bûn hedefa operasyone ya nû. Têne ji pirtûkxaneya Navenda Çand û Ciwana ya Cegerxwîn 29 pirtûkên civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî yên Wezîrêta Çandê bandrollu daye, pirtûkek Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 2 pirtûkên nivîskar Lazarev, pirtûka KONGRA-GEL, pirtûka belgeyên Kongreya Gel ya Kurdistanê û hijmarek kovara Yurtsever Gençlîk ji aliyê polîsan vê hate desteser kirin.

Pirtûkên şuphedar ên 'KCK'! wiha ne:

Pirtûkên civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî yên ji Weşanxaneya Yurtê derketî yên bi navê "Pergala Rojhilat û Anatoliya 2", "Xwseriya zanîngehê û Rêbazên zanistî 3", "Di nav dewleta kurdistana mêtingeh", "Qanuna Tunceli û Jenosîda Dersîmê 4", "Yek rewşenbîr yek rêxistin û pirsgireka kurd", "Li Rojhilata Navîn de terora dewletê", "Têgînên qirej bûn", "Riya dadgehê vekir ", "Bê hiquqî edalet", "Xwseriya zanîngehê û Rêbazên zanistî 2", "Xwseriya zanîngehê û Rêbazên zanistî 4","Xwseriya zanîngehê û Rêbazên zanistî 5", "Li ser civaka kurdan", "Netewa xwe nasbike kurd", "Qedexekirinên vala", "Nîrxên hatine qirejkirin", "Bilind bûna hişmendiyê", "Zanistî, birdoziya fermî dewlet-demokrasî û pirsgireka kurd" nav de heyî 29 pirtûk, pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya bi navê "Azadiya Civaknas" ya ji Weşanxaneya Aramê derket, pirtûka nivîskar Lazarev ya bi navê "Dîroka kurdistanê" ji weşanxaneya Avesta derket, pirtûka KONGRA-GEL, pirtûka belgeyên Kongreya Gel ya Kurdistanê û hijmarek kovara Yurtsever Gençlîk. DÎHA (dt/mae)