1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştgiriya bi Şêxmeqsûd re didome
Piştgiriya bi Şêxmeqsûd re didome,piştgiriya,bi,şêxmeqsûd,re,didome

Piştgiriya bi Şêxmeqsûd re didome

A+ A-

ŞERVAN IZZO

BEYRÛT -Hemleya alîkariya bi Şêxmeqsûd re ku di bin navê’Şêxmeqsûd ne bi tenê ye, Em hemû Şêxmeqsûd in’, li Lubnanê didome.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca piştgiriya gelê Şêxmeqsûd, di din bin navê navê’Şêxmeqsûd ne bi tenê ye, Em hemû Şêxmeqsûd in’ de, hemeleyeke komkirina alîkariyê destpê kir.

TEV-DEM’ê di çarçoveya hemleyê de şevê din bi li herêma El-Dewra û El-Nebe bi gel re hevdîtin pêk anî.

Kurdistaniyan êrîş ên komên çete yên girêdayî qaşo opozisona Sûriyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de ne, şermezar kirin û diyar kirin ku ew amade ne ku bi hemû rengan piştgiriya berxwedana gelên taxa Şêxmeqsûd, bikin û gotin: “ Em berxwedana gelên xwe yên taxê û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê silav dikin, em ê heta dawiyê li pişt berxwedana wan bin”

Kurdistaniyên ku di civînê de amade bûn, li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariya madî ji bo taxê pêşkêş kirin.

Hemleya piştgiriyê di 8’ê Nîsanê de ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatibû destpêkirin.

Taxa Şêxmeqsûd ji 16’ê Sibatê ve rastî êrîşên komên çete yên bi hemû rengên çekên giran tê. Li hember van êrîşên hovane raya giştî xwe bê deng dike.

(dm)

ANHA