1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştgiriya ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê zêde dibe
Piştgiriya ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê zêde dibe,piştgiriya,ji,bo,1,ê,mijdarê,roja,kobanê,ya,cihanê,zêde,dibe

Piştgiriya ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê zêde dibe

A+ A-

STENBOL (DÎHA) – Bi banga Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Însiyatîfa Peace Campingê ya “Li dijî DAIŞ’ê jibo Kobanê û mirovahiyê seferberiya kurewî” 1’ê Mijdarê ku weke “Roja Kobanê ya Cihanê” hate îlankirin, ji bo çalakî û meşên dê bên lidarxistin DÎAYDER û YAKAYDER’ê û welatiyan banga xwedîlêderketina Kobanê kirin.

Ji bo piştgiriya hêzên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Însiyatîfa Peace Campingê ya “Li dijî DAIŞ’ê jibo Kobanê û mirovahiyê seferberiya kurewî” 1’ê Mijdarê ku weke “Roja Kobanê ya Cihanê” îlan kir. Di banga ku 130 şexsiyetên navdar û sasiyan de li hemû cihanê saet 1’ê Mijdarê di 14.00’an de dê ji bo Kobanê meşên piştgiriyê dê bên lidarxistin. Ji bo meş û çalakiyên ku li hemû cihanê bên lidarxistin amadekarî didomin, li Tirkiyeyê jî DÎAYDER, YAKAYDER ê ji bo tevlibûna çalakiyan bangawazî hate kirin.

‘Ji bo Kobanê divê rabin li ser piyan’

Endamê DÎAYDER’ê Mele Seyîthan Tan diyar kir ku ola îslamê, ola aştî û biratiyê ye û tu têkîliya DAIŞ’ê bi ola îslamê re nîn e. Tan anî ziman ku di ola îslamê de kuştina mirovekî tê wateya kuştina hemû mirovahiyê û wiha berdewam kir: “Ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve cografyaya kurd tê dagirkirin, Li Kobanê zarok tên qetilkirin ji ber vê yekê divê ji bo DAIŞ’ê piştgirî neyê dayîn û li hemberî wan bê sekinandin.” Tan bilêv kir ku DAIŞ li ser navê îslamê komkujiyan pêk tîne, tecawizî jinan dike û jinan li sûkan difiroşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de alîmên ola îslamê, hemû mirovên ku ji heq û hiqûqê bawer dikin divê dest bidin Kobanê û rabin li ser piyan.” Tan bang kir ku hemû kes beşdarî meşa di 1’ê Mijdarê de dê bê lidarxistin bibin.

‘Em ji bo Kobanê dengê xwe bilind bikin’

Rêvebera YAKAYDER’ê Şekernaz Çakarê jî ji bo 1’ê Mijdarê bangawazî kir û diyar kir ku l dijî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê divê hemû mirovahî bihistiyar be û nirxandina “DAIŞ a ku bûye bela serê hemû mirovahiyê rêxistina terorê ye” kir. Çakar xwest hemû kes ji bo Kobanê destên xwe dayne li ser wijdana xwe. Çakar anî ziman ku divê hemû kes ji bo Kobanê rabin li ser piyan û got ku ev meş meşa aştî, biratî û serkeftinê ye. Çakar bilêv kir ku kurd li ser axa xwe mafên tu kesan xesp nake û jiyana xwe didomînin û di heman demê de ji bo mafên xwe li dijî mêtîngeran têkoşînê didin û xwest di serî de kurd hemû gelên cihanê ji bo piştgiriya Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di 1’ê Mijdarê de tevli meşê bibin.

‘Gelê kurd azad bibe ez ê jî li welatê xwe azad bibim’

Welatiya bi navê Ayten Sabirli ku eslê xwe tirk e der barê meşê de diyar kir ku divê ji bo beşdariya meşê sedama hemû kesan hebe û ev tişt anî ziman: “Ji bo azadiya Kobanê, ji bo rawestandina polîtîkayên mijulkirinê ya pêvajoya çareseriyê, ji bo ciwanên din jiyana xwe ji dest nedin, ji bo ku zarok ji dayikên xwe cuda nemînin, ji bo gelê kurd ê bi salan e ji bo azadiya xwe têdikoşe ez ê di 1’ê Mijdarê de bimeşim.” Sabirli got ku divê hemû kes piştgiriyê bide meşê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke kurda zad bibin ez ê j îli welatê xwe azad bibim.” Welatiyê bi navê Adîl Yogurtçuoglu jî diyar kir ku dê piştgiriyê bide meşê. Yogurtçuoglu da zanîn ku Kobanê ji bo hemû gelên li cihanê modelek e û nirxandina “ji bo pûçkirina êrîşên li dijî Kobanê û polîtîkayên qirêj divê hemû kes beşdarî meşê bibin” kir.

‘Em ji komkujiyê re bibêjin rawest e’

Welatiyê bi navê Yalçin Megucek jî destnîşan kir ku divê gel xwedî li şoreşa Kobanê derkevin û ne tenê gelê kurd hemû gelên tên eciqandin, yên dixwazin weke mirovan bijîn rizgariya wan li Kobanê ye û divê vê yekê fêm bikin. Mengucek derbirî ku divê hemû mirov xwedî li Kobanê derkevin û tevli serhildana Kobanê bibin. Welatiya bi navê Bedriye Duman jî bang li gelan kir û ev nirxandin kir: “Em ji komkujiyê re bibêjin rawest e. Ev qatlîama mirovahiyê ye.” Duman bilêv kir ku çeteyên DAIŞ’ê li ser navê misilmaniyê qatlîaman pêk tînin û banga di 1’ê Mijdarê de xwedîlêderketina Kobanê kir.

‘Divê hemû gelê met evli meşa Kobanê bibin’

Welatiyê bi navê Maksut Çekatayê jî der barê 1’ê Mijdarê de ev nirxandin kir: “Em xizmên welatiyên Kobanê ne, xwişk û birayên me ne. Sînorên sunî xistine navbera me, nîvî şehîdên me li wir e nivî li vir e, wisa spartine axê. Divê hemû gelê me tevli meşa Kobanê bibe.” Welatiyê bi navê Omer Baydar jî da zanîn ku li Rojava dramake mirovahiyê tê jiyîn wiha got: “Em bang li hemû gelê me dikin, bila bihistiyar bin. Em dixwazin hemû gelê me di 1’ê Mijdarê de tevli Meşa Kobanê ya Cihanê bibin.”

(sa/wk)