1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştgiriya ji bo rêveberiya demkî ya Rojava didomin
Piştgiriya ji bo rêveberiya demkî ya Rojava didomin,piştgiriya,ji,bo,rêveberiya,demkî,ya,rojava,didomin

Piştgiriya ji bo rêveberiya demkî ya Rojava didomin

A+ A-

09:06 24.11.2013 1 / 3 HEWLÊR (DÎHA) – Gurubek rojnamevanên bajarokê Soran (Diyane) yê girêdayî bajarê Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo rêveberiya demkî ya Rojava nîşan dan. Rojnamevanan diyar kirin ku divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê piştgiriyê bidin vê rêveberiyê û şanaziyê pê bikin.

Rojnamevan Ehmed Balaki ji DÎHA’yê re axivî û piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya demkî anî ziman. Balakî, diyar kir ku ew piştgiriya xwe ji bo birayên xwe yên li Rojava nîşan dide û wiha got: "Ji bo avakirina rêveberiya demkî, spasiya wan dikim. Nexşe li hikûmetekî dayîmî be. Ji bo kesên li dijî damezirandina vê rêveberiyê derdikevin, şermezariye. Divê em wekî kurdên başûr bi hemû hêza xwe piştgiriya wan bikin, alîkariyê ji wan re bişînin, spasiya wan bikin û serkeftinê ji wan re bixwazin.”

Balakî da zanîn ku ev rêveberî nîşana şeref û serbilindiyê ye û wiha got: “Piştî gelek şehîd û malwêraniyê, rêveberiyek demkî hatiye dirûstkirin. Niha jî hinek alî li dij vê rêveberiyê radiwestin û ev nîşana şermezariyê ye. Ez wekî rojnamevanekê, piştgiriya rêveberiya demkî ya Rojava dikim û hêvîdarim hemû kurdên bi şeref piştgiriya wê rêveberiyê bikin.” Rojnamevan Eşqî Mistefa jî piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya demkî nîşan da û got: “Em wekî kurdên başûr piştgiriya xwe ji bo birayên xwe yên li Rojava nîşan didin. Em hêvîdarin ku di demekî nêzîk de hikûmeta xwe ragihînin û daxwazê ji hemû aliyan dikim ku piştgiriya rêveberiya demkî bikin. Herwiha daxwaza me ew ku serok Abdullah Ocalan di demekî nêzîk de vegere nava kurdan.”

Em kesên li hemberî wê rêveberiyê derdikevin, şermezar dikin

Hunermend Hemîd Diyana jî ragihand ku divê her kurdek xwedî li rêveberiya demkî derbikeve û wiha got: “Divê her kurdekî xwedî şeref û namûs xwedî li şoreşa rojava derbikeve û piştgiriyê bideyê. Em kesên li hemberî wê rêveberiyê derdikevin, şermezar dikin. Piştî ewqas şehîdên li Rojava, mafê wan e rêveberiyekî demkî ragihînin.” Hemîd Diyana eşkere kir ku rêveberiya demkî wê bibe sembolek ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û got: “Daxwaza tiştên mezin nekirin e û diviya bû tiştek hê mezintir ji wan re were kirin. Em piştgiriya wan dikin û destxweşiyê li gelê Rojava dikin. Daxwaza min ew e ku kurd li her çar parçeyên Kurdistan û Ewrûpa piştgiriya rêveberiya demkî ya rojavayê Kurdistanê bikin. Ev wê bibe sembolek ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî.”

Rêveberiya demkî xizmeta doza kurd dike

Rojnamevan Xalis Fikrî jî piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya demkî ya Rojava nîşan da û got: “Em kesên li dijî rêveberiya demkî ya Rojava derdikevin, şermezar dikin. Hêvîdarim ku birêz Abdullah Ocalan di demekî kurt de vegere nava gelê kurd û serpereştiyê gelê bakûr û rojavayê Kurdistanê bike.Rêveberiya demkî ya li rojava, xizmeta dosyeya kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike. Hêvîdarim ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê piştgiriya wê rêveberiya demkî bikin.”

(mt/mae)