"Piştgiriya Rojava erka niştimanî û mirovî ye"
AMÛDÊ– Hevseroka Kongira Netewa Kurdistanê (KNK) Nîlofer Koç diyar kir ku destkeftiyên gel li Rojava li ser bingeha biratiya gelan hatiye avakirin û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava ji bo tevahî Rojhilata Navîn peyamek e. Koç got ku ev rêveberî çareseriya herî baş ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn e û got ku divê hemû hêzên kurdistanî piştgiriya gelê Rojava bikin û ev erkeke niştimanî û mirovî ye.
Hevseroka Kongira Netewa Kurdistanê (KNK) Nîlofer Koç serdana serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li bajarê Amûdê kir. Li vir Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso û cîgirê wî Hisên Ezam, Serokê Desteya Maliye Remziyê Mihemed, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, endamên KNK’ê yên Rojava Mihemed Mûsa û Ebdilkerîm Umer û Cîgirê Serokê Desteya Edaletê Xalid Îbrahîm pêşwaziya Nîlofer Koç kirin.
Nîlofer koç di dema serdanê de spasiya Meclîsa Rêveber ji bo destûrdayîna vekirina buroya KNK’ê li bajarê Qamişlo kir.
Li aliyê din Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso û hemû beşdaran kêfxweşiya xwe bi vekirina buroya KNK’ê û serdana Hevseroka Kongira Netewa Kurdistanê (KNK) Nîlofer Koç anîn ziman.
Hevseroka Kongira Netewa Kurdistanê (KNK) Nîlofer Koç derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û wiha anî ziman: “Rizgarkirina parçeyekî Kurdistanê û welatiyên wê xwe bi xwe bi rê ve bibin cihê serbilindiyê ye û destkeftiyên gel li Rojava li ser bingeha biratiya gelan hatiye avakirin.”
Koç di axaftina xwe de got ku ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn peyamek e û ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû gelên herêmê mînaka herî baş e û wiha got: “Niha li Rojava dîrok bi destê gelê Rojava û hêza parastin wê tê nivîsandin. Ji bo vekirina rê di navbera hersê herêmên Rojava de em bi hêza wê gelekî bi bawer in.”
Koç di berdewama axaftina xwe de bang li hemû hêzên kurdistanî kir ku piştgiriya destkeftiyên gelê Rojava ku xwîna xwe ji ber ve daye, bikin. Koç diyar kir ku gel Rojava çarenûsa xwe bi destên xwe diyar kiriye ku dê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de têkoşîna xwe berdewam bike û divê hemû partî û rêxistinên ne kurdî jî piştgiriya vê tecrûbeyê ku hemû pêkhateyan hembêz dike, bikin û wiha destnîşan kir: “Ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk asoya hemû partiyan digire nava xwe divê hemû partiyên Rojava piştgiriya vê rêveberiyê bikin.”
Derbarê êrîşên li dijî herêma Kobanê de Koç di axaftina xwe bang li hemû partî û hêzên kurdistanê kir ku piştgiriya welatiyên Kobanê bikin, ji ber ku desthilatdarên Kurdistanê ji nû ve hewl didin di riya herêma Kobanê re Kurdistanê dagir bikin û wiha pê de çû: “Banga min ji partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re ye ku vegerin Qamişlo û hevkariyê bi gelê xwe re bikin ji ber ku hêza partiyan ne ji ya gel xurttir e û gelê Rojava jî biryara xwe girtiye ku dê xwe bi xwe bi rê ve bibe.”
Koç di axaftina xwe de derbarê serkeftiyên gel li Rojava de ev tişt gotin: “Kesekî bawer nedikir ku gel Rojava van destkeftiyan bi dest bixe. Tiştê ku gelê Rojava bi dest xistiye moralên welatiyên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî gelekî bilind kirin û diyar kirin ku ew dikarin ji tecrûbeya Rojava sûd werbigirin. Welatiyên Başûrê Kurdistanê jî ku ev demeke ji sîstema rêjîma Baasê rizgar bûne dane diyar kirin ku ew dikarin ji tecrûbeya Rojava gelekî sûd werbigirin. Tevî hemû êrîşên li dijî Rojava, gel li vir karibû azadiya xwe bi dest bixe û fikra Rêveberiya Xweseriya Demokratîk belav bike.”
Hevseroka Kongira Netewa Kurdistanê (KNK) Nîlofer Koç di dawiya axaftina xwe de got ku armanca wan ji vekirina buroya KNK’ê li Rojava ew e ku têkliyên di navbera gelê Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê re bêne xurtkirin. Koç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belavkirina siyaseta gelê Rojava li seranserî cîhanê ji erka me ya sereke ye û ji bo ev siyaset bête pêşxistin û li cîhanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bête qebûlkirin divê bixebitin.”
EKREM BEREKAT
(jh)