Piştgiriya Rojava li Silêmaniyê didome
HEWLÊR (DÎHA) - Li Herêma Federal a Kurdistan li bajarê Silêmaniyê Komîteya Piştgirî û Hevkariya Rojavayê Kurdistanê li ser xebatên heta niha civînek çapemeniyê lidarxist.
Komîteya Alîkarî ji bo Rojavaya Kurdistan xebatên xwe li bajarê Silêmaniyê didomîne. Îro li ser xebatên hatine meşandin bi ser navê Komîteyê civînek çapemeniyê hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Newroz Mangir dazanîn wan heta niha li çar navendên Bajarê Silêmaniyê konê alîkariya ji bo Rojavaya Kurdistan vekirinê û wiha got: “Heta niha me xebatek baş bi rêvebiriye. Ev 20 roje xebatê me didomin. Ev xebata niha li bajarê Silêmaniyê li çar navendan konê alîkariyên hatine danîn û xebatên alîkariya ji bo Rojavaya Kurdistan didome. Xebatên alîkariyê bi tenê li Silêmaniyê nîne li navçeyê wê jî didome.”
Newroz Mangir di berdewamiya axaftina xwe de got: “ Bi tenê xebatên me yên alîkarî li van navenda nabe. Em ê serdana bazar û şîrketên bazirgana bikin û dawxaza alîkariyê li wan bikin.
(ad/mae)