1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ re didome
Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ re didome,piştgiriya,tirkiyeyê,ya,ji,daiş,re,didome

Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ re didome

A+ A-

SEYÎT EVRAN - EFRÎN 05.07.2014 07:35:14 Hecî Ehmed El Kurdî Berpirsiyarê Giştî yê Cephet El Ekrad a li dijî DAIŞ’a di rêveberiya Erebên Sunnî de şer dike, têkildarî DAIŞ’ê nirxandinên balkêş kirin. El Kurdî, diyar kir ku DAIŞ hewl dide careke din bikeve derdora Helebê ku berê ji wan deveran hatibû derxistin û ji bo wê asteng bikin li Exterîn û gundê wê nêzî 20 rojane di nav şer de ne.

Berpirsiyarê Giştî yê Cephet El Ekrad Hecî Ehmed El Kurdî, têkildarî DAIŞ’ê û hewldanên wê ku nirxandin kirin, anî ziman ku piştî DAIŞ’ê bajarê Musilê dagir kir li herêmê ji nû ve ketiye nav tevgerekê. El Kurdî da xuyakirin ku DAIŞ li Heleb û derdora wê bi komên wek Lîva Tevhîd, Cephet El Nusra di nav xebateke mîna dewr-teslîm de ye.

PIŞTÎ BABÊ EZEZ

El Kurdî diyar kir ku li derdora Helebê navçeya Bab û gundên wê di destê DAIŞ’ê de ye û ev agahî dan: "Berî niha bi vê komê re li derdora Helebê me gelek caran şer kir, Di encam de ji Ezez û hin gundên wê derket. Lê niha dîsa di nav hewldanan de ye ku careke din bigire. Li Ezez di nav hewldanên rêxistinkirinê de ye. Dîsa li wan deveran bi rêya Cephet El Nusra û Lîva Tevhîd xwe bi rêxistin dike. Jixwe ev komên çekdar di rewşeke êrîşî de yekser dibin hêzên leşkeri yên DAIŞ.”

DEWR TESLÎM TÊ KIRIN

El Kurdî, destnîşan kir ku di nav 20 rojên dawî de Cephet El Nusra û Lîva Tevhîd gelek gundên berê di destên xwe de ji DAIŞ’ê re hiştine. El Kurdî wiha domand, “DAIŞ ku careke din ket van gundan niha ji bo ber bi Ezezê ve biçe astengiya li pêşiya wê Exterîn û gundên wê yên di destên me de ne. Lewma ew 20 roj in li Exterîn û derdora wê em bi DAIŞ re di nav şer de ne.

OSO Û ENIYA ÎSLAMÎ BELAV DIBE

El Kurdî diyar kir ku ji ber bandora DAIŞ a li herêmê artêşa Azad a Suriyeyê bi belavbûnê re rû bi rû ye û got, "Lewma li herêmê hêzeke li ber xwe bide hema hema nemaye. OSO û Cepheya Îslamî ya dihat gotin berê hatiye avakirin ber bi belavbûnê ne. Li hember vê me li herêmê eniyeke nû ya Emced Şam, Ehfad-i Murselîn jî ku heye ava kir. Em niha bi vê eniyê ve li hember wan şer dikin.”

JI EL EKRAD RE PIŞTGIRÎ TUNE YE

El Kurdî, da xuyakirin tevî bi tenê ew li ber xwe didin jî tu piştgirî nedîtine û berxwedana xwe bi derfetên xwe pêş dixin. El Kurdî, diyar kir ku pêwîst e di mijara piştgirîdayîna komên li dijî çete û rejîmên bûne bela serê gelan zelalbûnek çêbibe.

PIŞTÎ EZEZ EFRİN

El Kurdî, destnîşan kir ku DAIŞ armanca esasî ya DAIŞ’ê ev e ku berê xwe bide Efrînê û got, "Giraniyê dide herêma Bab û dixwaze destpêkê Ezez bigire. Bi qismî gihişt armanca xwe lê nekarîbû bikeve Ezez. Ji ber eniyeke ku li hember şer dike heye. Eger ew berxwedan tune bûye ji zû ve ketibû Ezez û berê xwe dabû Kantona Efrînê. Berxwedana me ew rawestand.”

SUBAYÊN TIRK LÊPIRSÎNAN DIKIN

El Kurdî, destnîşan kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ji DAIŞ re dewam dike û di vê der barê delîlên bihêz di destê wan de hene. El Kurdî da zanîn hin kesên sivîl ên ketibû destê DAIŞ’ê û paşê xwe rizgar kiribûn diyar kirine ku di nav DAIŞ de subayên Tirkan ên lêpirsîn dikirin hebûn.

LI SER SÎNORÊ TIRKIYEYÊ REHET IN

El Kurdî da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ bi rehetî sînorê Tirkiyeyê bi kar tînin û ji bo careke din Ezez dorpêç bikin xeta sînor a Çobanbey–Jarablus pir aşkera bi kar tînin û got, “Em berdin bila tedbîran bigirin sînorên xwe didin bikaranîn.”