1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pişti Amedê niha jî li Mûşe amadekariyên mudaxaleyê
Pişti Amedê niha jî li Mûşe amadekariyên mudaxaleyê,pişti,amedê,niha,jî,li,mûşe,amadekariyên,mudaxaleyê

Pişti Amedê niha jî li Mûşe amadekariyên mudaxaleyê

Piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a ku hişyariya mudaxaleya girtîgehan bikin da, niha amadekariyên mudaxaleyan tên kirin.

A+ A-

Piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a ku hişyariya mudaxaleya girtîgehan bikin da, niha amadekariyên mudaxaleyan tên kirin. Piştî li ser fermana Waliyê Amedê tatbikat li Girtîgeha Amede pêk anîn û seranser qatekî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê vala kirin, niha jî li Mûşê 10 odeyên Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê vala kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk hatiye despêkirin, 65 rojin didome. Li aliyê din piştî Serokwezîr Erdogan ferman da û diyar kir ku ger pêwist be dê mudaxale bikin amadekariyên mudaxaleyê tên kirin. Piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a ku hişyariya mudaxaleya girtîgehan bikin da, niha amadekariyên mudaxaleyan tên kirin. Piştî li ser fermana Waliyê Amedê tatbikat li Girtîgeha Amede pêk anîn û seranser qatê 10'emîn ê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê vala kirin, niha jî li Mûşê 10 odeyên qatê 2'emin ê Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê vala kirin. Li qatê 5'emîn jî girtiyên dihatin dermankirin daxistin jêr.

Der barê mijarê de rayedarên girtîgehê diyar kirin ku heta destûrê ji wezaretê negirin nikarin daxuyaniyê bidin.

DİHA