Piştperdeya komkujiya Parîsê
CÎHAN OZGUR - BEHDÎNAN/ANF Komkujî di encama kîjan polîtîkayan de pêk hat? Di komkujiyê de kîjan hêzan rol lîst? Qanûnên dij ên Navneteweyî çawa bandor li Kurdan kir? Navenda gladyoya NATO’yê çima girtin Parîsê? Li dijî PKK’ê kîjan peyman hatin kirin? Sûîkasta Parîsê encama vê lihevkirinê bû?
Tevî kujer û organîzetorên komkujiya Parîsê tên zanîn hê nehatiye ronîkirin. Ev rewş jî nîşan dide ku di komkujiyê de hêzên cuda hene û ji bo berjewendiyan tevdigerin. Der barê ku ev komkujî girêdayî dewleta Tirk, Elmanya û Fransayê ye gelek belge û agahî hene. Ev karê qirêj û kûr nîşan dide ku ev komkujî çawa pêk hatiye û qanûnên dij terorîzmê yên Navneteweyî çawa li ser Kurdan û PKK’ê pêk tînin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya 15’ê Çileyê 2013’an de got: “Hebûna PKK’ê ya di lîsteya terorê de rê li ber cînayetên siyasî yên wisa vedike’.
Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 19’ê Sibatê de wiha di çapemeniyê de hat weşandin. Ocalan got: “Yên ku komkujiya Parîsê pêk anîne û ez anime Îmraliyê yek in.” Niha em hinek li ser aliyên cînayetê yên navneteweyî bisekinin.
KONSEPTA TÊKOŞÎNA DIJ TERORÎZMÊ YA NAVNETEWEYÎ
DYA, Îngîlîstan û Îsraîlê piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’ê ya du kuleyan, demek nû ya bi navê ‘Têkoşîna li dij Terorîzma Navneteweyî û Terorîzmê’ destpê kir. Divê sêgoşeya van hêzan de Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Afrîka hebû.
Bi rêya NY’ê re welatê YE’yê jî li vê siyasetê hatin entegrekirin. Hem welatan û hem jî YE’ê qanûnên terorê derxistin. Lîsteyên rêxistina terorê hatin derxistin.
PKK XISTIN LÎSTEYA TERORÊ
Di encama vê de PKK di 2002’an de xistin lîsteya terorê. Kurdên li Ewropayê dijîn rastî zextên mezin hatin û li aliyê din jî li dij dewleta Tirk Kurd wek karta bazarkirinê hatin bikaranîn.
Ji 1985’an heta niha siyaseta PKK’ê bi destê Elmanyayê dihat meşandin. Di 1994’an Doza Dusseldorfê de damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan 6 sal û 6 meh ceza girtibûn. Ji 2005’an şûnde ev rê dan Fransayê.
SEVEN: NAVENDA GLADYOYÊ BI CIVÎNA STUTTGARTÊ ANÎN FRANSAYÊ
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven vê guherîna siyasetê wiha vedibêje: “Ji 1985’an heta niha li dijî PKK’ê di bin navenda Elmanyayê de êrîşên NATO û gladyoyê pêk dihatin. Bi guherîna rewşa siyasî re ji 2005’an şûnde dewrî Parîsê hat kirin. ‘Koordînatoriya bi PKK’ê re têkoşîn’ di 11-12’ê Kanûna 2006’an de li Stuttgartê pêk hat û generalê berê yê hêzên NATO’yê Ronal Rodson û generalê teqawît Edî Başer cih girtin. Her wiha îstîxbaratên Elmanya, Fransa û Îtalyayê jî tevlî bûn.”
BERFIREHIYA KONSEPTÊ LI PARÎSÊ ZELAL BÛ
Seven da zanîn ku parlamenterê Partiya Demokratîk Lîberal a Îngîlîstanê Robert Walter projeya li dij PKK’ê kiriye rojevê û got: “ Di Kanûna 2008’an de Konferansa Ewlehiya Yekîtiya Ewropaya Rojava li Parîsê hat kirin û berfirehiya konsepta dij PKK’ê li vir hat zelalkirin.
Piştî zîrveya 2009 Strasbourgê ya NATO’yê Roj TV hat girtin. Li dij KNK’ê êrîş çêbûn. Li ser Kurdên li Îtalya, Hollanda, Swîsre û Danîmarkayê zext zêde bûn.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan der barê mijarê de di roportaja xwe ya 17’ê Çile de got: “Elmanyayê biryara qedexekirina PKK’ê daye. NATO’yê peywira darizandinê da Elmanyayê. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Elmanyayê digihêjin demên berê. Fransa û AKP ji komkujiya Parîsê berpirsin. Wek cihê komkujiyê tercihkirina Fransayê girîng e.”
KARTA KURDAN A FRANSAYÊ
Di navbera Sarkozy û hikûmeta Tirk, Mijdara 2011’an de ‘Peymana Hevkarî û Ewlehiya Navneteweyî’ hat îmzekirin. Bi vî awayî Kurdên li Fransayê dijîn hedef hatin girtin.
Vê konseptê têkiliya bazirganiyê ya Fransayê bi Tirkiyeyê re berfireh kir. Li dij vê di navbera salên 2006-2013’an de li Parîs, Marsîlya, Bordeaux, Rennes, Strasbourg li dijî Kurdan operasyon pêk hatin. 11 dozên cuda hatin vekirin. Bi mal û komeleyan de girtin.
Di vê pêvajoyê de 254 siyasetmedar û welatparêzin hatin binçavkirin û girtin.