´Piştî 40 rojî dibe mirin pêk bên´
Endamê Koma Aştiyê Çelîk: Piştî roja 40'an her dem dibe mirin pêk bên
SERKAN KURT - MUSTAFA EMRAH SÜER Endamê Koma Aştiyê ya 1'emîn ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hate Tirkiyeyê Haci Çelîk, 13 salan girtî ma û bi tevahî 22 rojan ket greva birçîbûnê. Çelîk, anî ziman ku piştî 40 rojan di greva birçîbûnê de bimînin li ser bedena wan û di tenduristiya wan de bandorên neyînî pêk tên. Çelîk, anî ziman ku piştî roja 40'an êdî talûke dest pê dike û dibe ku mirin jî çê bibe.
Greva birçîbûnê ku ji aliyê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê felê kurd ên demokratîk dest pê kir, di roja 42'an de berdewam dike. Li aliyeki girev didome, li aliyê din her roj komên nû tev li çalakiyê dibin û her ku diçe hêjmara çalakgerên greva birçîbûnê berdewam dike. Endamê Koma Aştiyê ya 1'emîn Hacî Çelîk ku ji bo operasyona "Vegera Jiyanê" şermezar bike 22 rojan ket çalakiya greva birçîbûnê di 29'ê Cotmeha 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hatin Tirkiyeyê û hate girtin. Çelîk ku li gel koma 8 kesan hat, hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandirayê. Çelîk piştî 13 salan girtî ma û şûnde mehek berê serbest hate berdan. Haci Çelîk û Haydar Ergul li gel ku cezayê wan xelas bû jî dîsa li şûna di 6'ê Tebaxa 2009'an de serbest bên berdan ji ber cezayê dîsîplînê nû serbest hate berdan.
Çelîk: Ger ku em bêdeng bimînin, dê cenaze ji girtîgehan derkevin
Çelîk, anî zinan ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F di bin tecrîdek giran de ye û mayina bi seta serê xwe tecrîda herî giran e. Çelîk, da zanîn ku çalakiya grevê her ku diçe belav dibe û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bên bersivandin û rê li pêşiya çalakiyê bê girtin. Çelîk, bibîrxist ku êdî ketiye rojên qirîtîk û ger tedbîr neyên girtin dê li girtîgehan mirin jî pêk bên û wiha got: "Divê em li hemberi vê rewşê bêdeng nemînin. Ger ku em bêdeng bimînin dê li girtîgehan bûyerên nexweş pêk bên û dibe ku mirin jî çê bibin."
'Dê bandorek xerab li ser tenduristiyê bike'
Çelîk, da zanîn ku ew jî ji bo operasyona "vegera li jiyanê" şermezar bike 22 rojan ket greva birçîbûnê û wiha got: "Ez cerekê demdirêj ketim girevê. Ji bilî wê ez her tim demên kin ketin grevê. Pirsgirêkên mîdeyê û bêhaliyê derdikevin holê. Çiqas greva birçîbûnê berdewam bike bandora wê ya neyînî jî ew qas zêde berdewam dike. Di serdema 12'ê Îlonê de bi dehan hevalên me ji ber ku ketin greva birçîbûnê hêj bandora wan didome. Piştî roja 40'an rewş bêtir talûke dibe. Ji vê saetê û şûnde talûkeya ku li girtîgehan mirin jî pêk bê heye."
Çelîk, da zanîn ku girtîgehan wekî amûrên derûnî bikar tîne. Tînên "F" li ser derûniya mirovan wekî alavê tundiyê tê bikar anîn. Her tim di bin tecrîdê de ye. Di hava me de hin hevalên me hebûn heta 2-3 salan nikaribûn bi malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin."
(mae)