1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştî avakirina Weqfa jinê tûndî kêm bû
Piştî avakirina Weqfa jinê tûndî kêm bû,piştî,avakirina,weqfa,jinê,tûndî,kêm,bû

Piştî avakirina Weqfa jinê tûndî kêm bû

A+ A-

KELSÛMA ALÎ

GIRKÊ LEGÊ – Dibe ku formên tundiya li dijî jinê li hewîrdoreke civakî li gorî asta zanebûna civakî ji hewîrdorke dîtir cudatir be, lê di naverokê de li hemû civakan sedemên diyardeya tundiyê yek e. Ew jî bi hişmendiya otorîter a baviksalariyê ve girêdayî ye.

Li bajarokê Til Koçer yê girêdayî herêma Girkê Legê bi salan e welatiyên ji pêkhateya kurd û ereb bi hev re dijîn. Weke hemû civakên herêmê, jinên vê civakê jî çîrokeke wan a dirêj bi diyardeyên tundî, zexit û zilmê re heye.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re jinan mafê xwe yê ku misgeriya parastina wan ji tundiyê dike, di şoreşa civakî de dît û beşdarî şoreşê bû.Bi vî awayî jinên Til Koçer bi piştgirtdayîna Yektîya Star li riya rêxistinkirina şoreşa xwe geriyan û di 9`ê sibata 2015`an de Weqfa Jinê ya Zanist û Perwerdeyê li bajarokê Til Koçer hat avakirin.

Rêveberên weqfê diyarkirin ku Weqf hewl dide ku li gel xurtkirina rêxistina jinan û zanekirina wan bi riya dewreyên perwerdeyê û semîneran parastina mafê jinan bike. Her wiha pirsgirêkên wan çareser bike.

Niha Weqfe ji aliyên 3 rêveberên ku ji hemû pêkhateyên bajarok û gundewerên wê pêk tên ve tê birêve birin û gelek komîteyên girêdayî Weqfê yên weke “ Komîteya Lihevanînê , Komîteya Perwerdeyê , Komîteya Erşîfê, Komîteya Darayî û Komîteya Aborî “ hene.

GIRKE-MALA-JINE-TILKOCER (1)

Weqfe rojane karê xwe dike û jinên ku bi armanca pêşkêşkirina pirsgirêkên xwe û şopandina çalakiyên weqf serî li navendê didin, ji aliyê nobedaran ve tên pêşwazî kirin.

Rêveberên Weqfê destnîşankirin ku di destpêkê de jinên herêmê di dudilî bûn, lê piştre Weqfe cihê xwezanekirin, perwerekirin û parastina mafê xwe dîtin. Bi vî awayî Weqfê gelek semînerên bi beşdariya bi dehan jinan organize kirin.

Ji aliyê pirsgirêkên taybet bi jinan ve jî Rêvebera Weqfa Jinê ya bajarokê Til Koçer Ehlam Mihemed diyarkir ku di 8 mehên dawiyê de derdora 155 doz hatine weqfê û piraniya wan di çarçoveya weqfê de hatine çareser kirin.Her wiha hin doz ji aliyên peywendîdar re hatine şandin û 18 doz jî hîna tên lêkolîn kirin.

Ehlam Mihemed dazanîn ku piraniya dozen ji weqfê re hatine girêdayî dozên tundiya di nava malê de, gengeşeyên malbatî, zewaca bi temenê biçûk, pirjinî û her wekî din in.

Ji ber ku weqfe ne saziyeke dadwerî ye, pirsgirêkên tên weqfê bi riya komîteyên lihevhatinê tên çareser kirin.

Karê Weqfê tenê bi çareserkirina pirsgirêkan re sînordar namîne, ew hewldide bi riya organîzekirina serdanên malbatan , amadekirina semînerên girêdayî mafên jinê û belavkirina hişmendiya jiyana hevbeş tundiyê kêm bike û sînorekî ji diyardeyên tundiyê re deyîne.

Rêveberên Weqfê danxuyakirin ku piştî rêze serdanan û belavkirina biryarnameyên taybet bi yaseyên jinan rêjeya bûyerên tundiyê kêm bûne û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “ Dema ku em serdanan gund û taxên bajarok dikin, em civînan ji jin û zilaman re li dar dixin. Em ji wan re yaseyên jinan û cih û rola wê di civakê de şîrove dikin. Di destpêkê de em bi zehmetiyan re rû bi rû man. Lê bi demê re rêjeya pirsgirêk û gengeşeyên malbatî yên di navbera jin û zilam de kêm bûn.

Rêvebera Weqfa Jinê ya bajarokê Til Koçer Ehlam Mihemed bang li tevahî jinan û bi teybet jinên ereb kir ku mafên xwe biparêzin û beşdarî çalakiyên Weqfa Jinê bibin.

(xê)

ANHA