Piştî erdhejan dîsa perwerdehî
KURDÎ-DER'a Wanê piştî erdhejan dîsa dest bi perwerdehiyê kir
BÎLAL GÛLDEM Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Wanê ji ber erdhejên pêla wan 7.2 û 5.6 ku bû sedema hilweşîna hezaran avahiyan navber dabû perwerdehiyê. KURDÎ-DER’ê piştî rewş ber bi asayiyê ve çû dîsa dest bi perwerdehiya kurdî kir. Şaxa KURDÎ-DER’ê ku avahiya wê zerarek mezin dît, niha di kon de perwerdehiyê dide şagirtên xwe.
Li Wanê di 23'ê cotmeha 2011'an de erdheja hêza wê 7.2 û di 9'ê mijdara 2011'an de erdheja hêza wê 5.6 pêl pêk hatin. Dîsa bi hezaran erdhejokên biçûk pêk hatin. Ji ber erdhejan nêzî 30 hezar avahî hilweşiyan û zerarek mezin dîtin. Vi vê erdhejê avahiya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Wanê jî para xwe girtibû zerarek mezin dît. Ji ber erdheje Şaxa KURDÎ-DER'ê nêzî 4 mehan navber da kursên perwerdehiya ziman. Şaxa KURDÎ-DER’ê piştî li Wanê rewş ber bi asayiyê ve diçe nêzî mehekê ye dîsa dest bi perwerdehiya ziman kir û niha li Parka Aştiyê ya Musa Anter di kon de xebatên xwe yên perwerdehiya ziman dimeşîne. KURDÎ-DER’ê ku beriya erdhejê perwerde dida 312 xwendekaran, niha ji ber koçberiyê dest pê kir tenê 95 xwendekarê wê mane.
Li kon tenê cihê polekê heye. Bejên asta destpêkê, 1'emîn, 2'emîn û asta mamostetiyê li vê polê dersê dibînin. Gelek xwendkarên kursê ji zanîngehê û saziyên çandê tên li vir dersê dibînin. 10 mamostê kurdî ders didin. Di asta destpêkê de 10, beşa asta 1'emîn 15, beşa 2'emîn 20 û beşa 3'emîn jî 15 xwendekar ders dibînin. Asta mamostetiyê jî 20 xwendekar ders dibînin.
Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê Levent Ûrûn jî derbarê xebat û pêşketina dersan de agahî da. Ûrûn, diyar kir ku beriya erdhejê 312 xwendekarê wan hebûn. Lê piştî erdhejê ji ber koçberî zêde bû navber dan û niha bi 95 xwendekaran perwerdehiyê berdewam dikin. Ûrûn, bang li ciwan û hemû kurdan kir û xwest li zimanê xwe xwedî derkevin.
‘Ziman sitûna neteweyane’
Mamosteyê KURDÎ-DER’ê Nezîr Ocek, jî anî ziman ku armanca wî ziman her tim pêş bixe û zindî bihêle. Ocek, da zanîn uk kurdî zimanê rojhelata navîn ê herî qedîme û sitûna neteweyan e. Ocek da zanin ku 8 salin xizmeta ziman dide û dê ji niha û şûnde jî xizmeta ziman bide.
Xwendekarê bi navê Emîn Şahîn ê 40 salî jî diyar kir ku li gel 40 saliya xwe bi hezkirinek mezin tevlî dersa zimanê kurdî dibe û wiha got: “Ji bo ez rêziman fêr bibim tevlî dibim. Ziman rûmeta min e. Ji vî emrî şûnve ji girîngiyê didimê. Ez niha di emrê xwe 40 saliyê de nû dest bi dersa zimanê dayikê dikim. Ev rureşiya dewlet û pergalê ye. Pêwîste zimanê meyî dayikê bibe zimanê fermî.” Şahîn, diyar kir ku ew niha asta 2'emîn dixwîne û armanca wî ewe ku di pêşerojê de bibe mamostê kurdî.
(bg/mae)