"Piştî hilbijatinan dibe ku êrîşên di salên 90'î de pêk werin"
Ji parêzeran hişyariya "Piştî hilbijatinan dibe ku êrîşên di salên 90'î de pêk werin"
ÎZMÎR (DÎHA) - Parêzerên OHD û ÇHD'ê derbarê êrîşên li hemberî HDP'ê de axivîn û diyar kirin ku dê piştî hilbijatinan pakêta ewlehiyê bikeve dewreyê û dê êrîşên wekî salên 90'î pêk bên.
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di maratona hilbijartinan de herî zê de HDP rastî êrîşên nijatperestî hatiye. Li gorî ÎHD'ê, HDP 168 caran rastî êrîşê hatiye, wesayîtên wê hatine şewitandin û herî dawî ajokarê wesayîta HDP'ê Hamdullah Oge weke kuştinên di salên 90'î de hatiye qetilkirin.
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûnasên Hemdem (ÇHD) êrîşên li hemberî HDP'ê nirxandin. Parêzeran diyar kirin ku îktîdara AKP'ê dixwaze ewlehiya hilbinartinê ji holê rake, dê piştî hilbijatinan pakêta ewlehiyê bikeve dewreyê û dê êrîşên wekî salên 90'î pêk bên.
Namzeda HDP'ê ya Îzmîrê û parêzera OHD Eylem Yildiz, diyar kir ku wekî di kuştin û tecawizên jinan de rola çapemeniyê di van bûyeran de jî girîng e û wiha got: "Mirov ji tiştên dixwîne û dibîne cesaretê digirin û bi hêrs dibin. Teqez îstîxbarata êrîşan tê girtin. Çawa dema ku girseya me daxuyaniyekê dide çapemeniyê li ber girseyê bendan datînin dikarin li pêşiya êrîşan jî bendan deynin. Em di dîmenan de dibînin ku polîs mudaheleyî kesên di destê wan de kêr û ber hene nake. Li vir rewşek ya parastina êrîşkaran heye. Kesek nayê binçavkirin, doz nayê vekirin û ev jî dibe sedem ku êrîşkar bi hêrstir êrîş bikin."
'Bûyerên provokatîf avadikin û dixwazin gel daxînin kolanan'
Yildiz, anî ziman ku li pişt êrîşan hikûmeta AKP'ê heye, ji berk u AKP dibîne ku dê hilbijatinê winda bike bûyerên provokatîf avadikin û dixwazin gel daxînin kolanan û wiha got: "Ger ku gel dakeve qadan, bûyer pêk bên dê dengên HDP'ê kêm bibin. Dibe kul i hinek herêman rewşa OHAL'ê îlan bikin û li hinek herêman jî hilbijatinê paşde bidin."
Parêzara Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Îzmîrê Nergîs Tuba Aslan jî da zanîn ku faaliyetên kontrgerîla wekî kevneşopiya dewletê lê hatiye û wiha got: "Jî ber AKP ditirse ev faaliyetên kontragerîla zêde bûne. Ev pêkanîn dê piştî hilbijatinan bi pakêta ewlehiyê zêdetir bibin. Di pakêta ewlehiyê de sererastkirinên ku kaos çêbibe heye. Bi vê re ev pakêta ku tê wateya qanûnên rêveberiya awarte hikûmet kengî bixwaze dê bixe dewreyê. Ji ber tirsa ku dê AKP bi tena serê xwe nebe îktîdar ev provokasyon tên kirin û em bi fikarin ku dê ev provokasyon berdewam bikin."
'Piştî hilbijartinan dê faaliyetên kontra zêde bibin'
Seroka ÇHD'ê Şule Arslan Hizal jî da zanîn ku bi êrîşên berî hilbijartinê dixwazin Tirkiyeyê ber bi porvokasyonan ve bibin û wiha got: "Em dihizirin ku hikûmet ji bo ewlehiya hilbijatinê ji holê rake van provokasyonan pêk tîne. Dibe ku piştî hilbijartinan faaliyetên kontragerîla zêdetir bibin. Li gorî nêrîna min a takekesî, HDP bendê berbas bike jî neke jî dê pêkanînên bi vî rengî berdewam bikin. Heta dê şîdet zêdetir bibe. Paketa ewlehiyê ji ber wê hatiye derxistin. Berî serokê giştiyê AKP'ê yan jî serokomar biçe cihekî binçavkirin destpê dikin. Em dihizirin ku ev pêkanîn dê zêdetir bibin."
'Me dizanî ku dê bi pakêta ewlehiyê cînayet zêdetir bibin'
Parêzerê OHD'ê Alî Aydin jî anî ziman ku dê bi pakêta ewlehiyê cînayet zêde bibin û wiha pêde çû: "Bi van êrîşan dixwazin li Tirkiyeyê ewlehiya hilbijatinê ji holê rakin. Hewildanên dewletê yên ji bo hilbijartin bi awayekî bi ewle bê meşandin tuneye. Hikûmet kesên ku dijber û derdorên cûda hedef dîgîre. Rayedarên dewletê bê alî tevnagerin û di mijara êrîşan de jî biryarekî bandor nagirin. Bi êrîş û cînayetan mafê HDP'ê yê propagandayê tê xespkirin. Ev pêkanîn li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Ev êrîşên bi destê dewletê yên ku di pêvajoya hilbijartinê hatin kirin dê piştî hilbijatinê dijwartir bibin."
(mb)