1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Piştî komkujiya Sînemayê li Amûdê sînema nehat avakirin
Piştî komkujiya Sînemayê li Amûdê sînema nehat avakirin,piştî,komkujiya,sînemayê,li,amûdê,sînema,nehat,avakirin

Piştî komkujiya Sînemayê li Amûdê sînema nehat avakirin

A+ A-

5 Gulan

ÎSMAÎL ESKİN

AMÛDE (DİHA) - Li sînemaya Amûdê ya Rojava 283 zarok şewitîn û hatin qetilkirin. Li Amûdê piştî vê komkujiya 1960'an êdî carek din sînema nehat avakirin. Xwişka 2 kesên di komkujiya Sînemayê de jiyana xwe ji dest dan û şahidê bûyerê Xanîm Abdulkerim Mele Ahmet, anî ziman ku wê demê rejîmê bi zorê zarok birin sînemayê.

Amûde an Amûdê an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî navçeya Qamişloyê ye, li parêzgeha Hesîçeyê ye û dora 30 kîlometran rojavayî Qamişloyê û 80 kîlometran bakurê-rojhilatî Hesîçeyê ye. Hejmara nişteciyên bajarê Amûdê li dora 200.000 e. Di 13'ê çiriya paşîna 1960'î de di şewata Sînemaya Amûdê de, 283 zarokên kurd hatin şewitandin. Hêj hesap ji komkujiya Sînemayê ya Amûdê nehatiye pirsîn. Di 13'ê Mijdara sala 1960'an de li salona sînemayê ku kapasîteya wê 120 kes bûn bi piraniya wan zarok 500 zarok tije kirin. Di şewatê de 283 zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 14 salî de jiyana xwe ji dest dan.

Li şûna sînemayê Parka Baxçeyê Berxwedan vekir

Ji ber ku li salona sînemayê tenê 2 deriyê wê yê text hebû di şewatê de zarok şewitîn û jiyana xwe j dest dan. Piştî bûyerê li şûna Sînemayê Parka Baxçeyê Peqrewan hat avakirin. Pişti bûyerê peykerê Mıhemed Said Axa ku di komkujiyê de 10 zarok ji şewatê rizgar kirin hat çikilandin. Xwişka 2 zarokên ku di komkujiya Sînemaye de jiyana xwe ji dest da û şahidê bûyerê Xanîm Abdulkerim Mele Ahmet a 72 salî, anî ziman ku wê demê rejîmê bi zorê zarok birin sînemayê û wiha got: "Wê demê rejîmê bi zorê zarok birin sîmemayê. Piştî demek kin her kes ber bi salona sînemayê de direviyan. Wê demê birayê min jî biribûn sînemayê. Min ew meraq dikirin. Birayê min ê din ji bo birayê min ê çû sînemayê bi gaziya wî çû. Birayê min ê din li Til Marufê dibistan dixwend.

Ahmet, anî ziman ku wê rojê wekî roja axiret û qiyametê bû û wiha got: "Dema şewat derket hin zarokan xwe avêt bîra avê ya baxçeyê sînemayê û xelas bûn. Wê demê Mihemed Said Axa ku dît şewat derketiye û zarok dişewitin xwe avêt nava agir û 10 zarok xelas kirin. Li gel ku welatiyan got zarokê te li derve ye nekeve nava şewatê dîsa kes guhdar nekir û ket nava şewaê. Wê demê Mihemet Seyît Axa got her kes zarokê min in. Ji ber ku salon biçûk bû û deriyên salonê text bûn zû şewat derket."

Ahmet, da zanîn ku 2 birayê wê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û dayika wê jî ji ber êşa wan jiyana xwe ji desta da. Xanîm Abdulkerim Mele Ahmet, anî ziman ku wê demê rejîmê bi zorê zarok birin sînemayê. Hiştî 54 sal di ser bûyerê re derbas bû Amûdê bû Paytextê Kantona Xweseriya Cizîrê ya Rojava û û kesên di komkujiya Sînemayê de jiyana xwe je dest dane wekî "Şehîdên Şoreşê" tên binavkirin.

(mae)