'Piştî qatlîamê gel bihêztir daketin kolanan'
ÎZMÎR (DÎHA) - Rêxistinên sivîl ên civakî êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya Enqereyê pêk hat nirxandin diyar kirin ku armanca êrîşê beriya hilbijartinê di civakê de derxistina kaos û afirandina tirsê ye. Nûnerên rêxistinan anîn ziman ku piştî qatêrîşê gel bihêztir daketin kolanan.
Li Enqereyê di êrîşa li dijî mîtînga aştiyê de ji sedî zêdetir welatiyan jiyana xwe ji dest dan û ji 500'î zêdetir kes jî birîndar bûn. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên Îzmîrê li dijî êrîşê nerasîbûn nîşandan û diyar kirin ku bi êrîşê ve hate xwestin di civakê de tirs û kaos bê afirandin. Endama Halkevî Evrîm Çakir diyar kir ku bi êrîşê ve hate xwestin ku têkoşîna gelan a bi hevre bê astengkirin lê ligel vê yekê jî gel bihêztir daketin qadan.
Çakir anî ziman ku AKP ji bo ku îxtidara xwe ya di 7'ê hezîranê de winda kir bi dest bixe qatlîaman pêk tîne û herî dawî li Enqereyê kesên ku ji bo ked, demokrasî û aştiyê hatin cem hev kir hedef. Çakir bilêv kir ku ew qatlîama Enqereyê ji Amed, Roboskê û Reyhanliyê nas dikin û kujer bi vê qatlîamê dixwazin xwe pak nîşan bidin. Çakir got ku armanca qatlîamê astengkirina, hatena cem hev a gelê kurd û tirk e û hate xwestin ku peyama "heke hûn bi kurdan re bên cem hev em ê we qetil bikin" bê dayîn lê ew ê wekî di 10'ê cotmehê de dîsa bi gelê kurd re bên cem hev. Çakir destnîşan kir ku piştî qatlîamê bi milyonan mirov li dijî peyama "neyên cem hev" daketin kolanan û li hemberî vî peyamê bihêztir daket kolanan, têkoşîna xwe xurtir kirin.
'Em bi karaseta sedsalê ve rû bi rû man'
Serokê BTS'ê yê Îzmîrê Bulent Çuhadar jî diyar kir ku 14 endamên BTS'ê jiyana xwe ji dest dan û ji bo mîtîngê desturên qanûnî hatine girtin ji ber vê yekê jî divê ewlehiya canê kesên beşdarî mîtîngê bûne berpirsyariya dewletê ye lê ev pêk nehatiye. Çuhadar bilêv kir ku helwesta dewletê ya piştî qatlîamê ji bo pirsa "ev teqîn kê pêk anî" bersiveke baş bû. Çuhadar got ku kî ji aştiyê aciz dibe wî bombe teqand.
Serokê Tarim Orkam-Sen'ê yê Îzmîrê Adîl Umît Tuzen ê ku teqînê de ji milê xwe bi parçeyê şarapnelê ve birîndar bû diyar kir ku ew dema ku diçûn Enqereyê bi hêvî û kêfxweşî derketin rê ji bo ku aştiyê bînin cografyaya Anatolya û Mezopotamyayê ji çar aliyê welat herikîne Enqereyê lê bi karaseta sedsalê ve rû bi rû mane. Tuzen anî ziman ku wan rêveberê sendîkayê Mesut Mak winda kirine û soza wan a aştiyê ji şehîdan re heye.
'Heta aştî bê dê têkoşîna me berdewam bike'
Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar 1 Tekîn Çelîk jî diyar kir ku gelan di 7'ê hezîranê de AKP da rawestandin lê ji ber ku AKP'ê ev yek hezm nekir gel kir hedef û êrîş kir. Çelîk ev tişt anî ziman: "Heta ku serkeftin û aştî pêk bê dê têkoşîna me bidome. îxtidara AKP'ê feraseta yekperest, mezhebperest û rantxwur dixwaze li ser gelan ferz bike. Ji ber vê yekê jî divê li dijî feraseta AKP'ê berxwedana tevehî be. Em ê bi saya vî têkoşînê bi ser kevin."
Serokê Komeleya Elewî Bektaşî ya Narlidereyê mustafa Aslan jî diyar kir ku qatlîama li Enqereyê bi peyvan ve nikare bê vegotin. Aslan derbirî ku AKP'ê hatina gelan a li cem hev hezm nake ji ber vê yekê jî serî li qatlîaman dide lê ligel tirsa ku di civakê de tê afirandin jî gel di 1'ê mijdarê de bersivê bide.
(sa)