Piştî êrîşê çapemeniya AKP’ê li dijî kurdan cihad îlan kir!
ENQERE (DÎHA) – Li Amedê piştî qatlîamê rojnameyên çapemeniya AKP’ê manşetên wekî 7 Hezîranê “Pevçûna di navbera xaçperest û îslamê” avêtin û HDP jî wekî “parçeyekî tifaqa xaçperestan” îlan kir û li dijî HDP û kurdan jî “cihad” îlan kir. Dîsa kurdan hê canezeyên xwe ranekirine rojnameya Starê di nûçeya xwe ya spartiye “Orhan Mîroglu yê kurd” îfadeyên “dengên ku bidin HDP’ê dê biçe tifaqa xaçperestan” bi kar anî. Yenî Akîtê jî Sedat Peker daye axaftin û bi gotina “Li dijî tifaqa xaçperestan banga tevlibûna tifaqa hîlalê” nûçe weşand.
Çapemeniya AKP’ê ku bi rojan e HDP’ê hedef nîşan dide piştî qatlîama kul i Amedê bû sedema qetilkirina 4 kesan û birîndarbûnan sedan kesan dîsa kurd û HDP kirin hedef. Çapemeniya civakî jî piştî teqînê bi gotina “trafo teqiya” ve xwest hedefan berovajî bike û bi îfadeyên “we bixwe daye teqandin, hûn nikarin qasî Yasîn bimirin” hatin bikaranîn û çapemeniya AKP’ê an qatlîam nedît an jî fatura ji kurdan re derxist.
Tehdîda esasî derket holê
Rojnameya Sabahê ku demeke yek ji rojnameyên herî girîng ê çaqemeniya navendî bû û piştre çapemeniya hewzê dest danî ser teqîn di rûpela yekemîn de di binî de wekî nûçeyek biçûk dît û îfadeyên “Li qada mîtîngê teqîn:2 kes mirin” weşand. Rojnameya ku bi rojan e manşetên “HDP tehdîd dike” davêje dema ku kurd dimirin jî bûyer çima, ji aliyê kê ve pêk hatiye li dijî kê hatiye kirin nade û nûçeyê bi vî rengî serwîs dike. Rojnameyê li şûna hemayên esasî yên nûçeyê gotinên Tayyîp Erdogan û Ahmet Davutoglu yê “bihistiyariyê” derxistiye mansetê.
Yenî Şafakê li ser teqînê peyam da
Rojnameya Turkiyeyê jî ligel qalîamê Davutolu kir manset û nûçe di rûpela yekemîn de pir bîçûk dît. Rojnameyê di nûçeya xwe de betalkirina mîtîngê derxist pêş. Rojnameya Yenî Şafak a ku wekî weşana fermî ya AKP’ê ye di surmansetê de nûçe weşand û bûyer wekî provokasyon bi nav kir ji ber ku AKP berpirsyar tê nîşandan bertek nîşan da. Rojnameyê Davuoglu û Erdogan derxist mansetê û piştî teqînê jî manşeta “An îstikrar an jî hilweşîn” bi kar anî.
Starê li dijî kurdan cihad îlan kir
Rojnameya Starê jî bi gotinên davutoglu yên “PKK û MHP’ê di heman refê de ne” “u “Tifaqa xaçperestan” derket û roja teqînê jî careke din kurd hedef nîşan da. Rojnameyê qatlîam jî di herî bin de hevî hevokekî “Di mîtînga HDP’ê de teqîna bi guman a trafoyê:10 birîndar” da. Heman rojnameyê roja ku kurd li qadan cenazeyên xwe kom dikin de “kurdên” wekî Orhan Mîroglu û Abdurrahîm Semavî daye axaftin û manşeta “Dengên bidin HDP’ê dê biçe feraseta xaçperestan” bi kar anî. Manşetên rojnameyê ya “xaçperest” wekî ku bangên eniya li dijî xeçperastan bibîrxisitinê hate şîrovekirin.
Sabah û Akşam heman feraset
Rojnameya Akşamê ku bi rojan e HDP’ê di manşetan de dike hedef ev helwesta xwe ligel êrîşê jî domand. Rojnameya ku di heman nûçeyan de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hedef nîşan dide û bi cilên neteweyî nîşan dide bi nûçeya “Li ser quranê siyaseta derew” ve cih daye îdiayên namzetê HDP’ê Kadrî Yildirim lê dîsa heman wêneyê DEmîrtaş bi kar aniye. Rojnameyê teqîn jî wekî nûçeyeke biçûk dît û gotina “Provokasyona bêd” bi kar anî.
Rojnameya Bulvar Guneş jî wekî Star ê bi manşeta “Tirkiyeya nû xaçperestên nû” ve derket. Rojnameya ku nûçeya qatlîamê neda bi wêneyê Demîrtaş ê bi cilên neteweyî ve da îfadeyên “Qudus a cihûyan îlan kir” bi kar anî û HDP wekî “perçeya tifaqa xaçperestan” nîşan da.
Sedat Peker ê mafya jî di cihadê de cih girt
Rojnameya Yenî Akît a ku bi nûçeyên xwe yên nijadperest rastî narzîbûnan tê jî bi manşeta “Çeka PKK’ê li kurdan dixe” ve derket. Rojnameyê gotinên Erdogan ên ku ji bo Demîrtaş bi kar aniyê ya “Demîrtaş di te de cîger jî însaf jî tuneye” bi menseta din ve anî cem hev. Rojnameyê nûçeya ku bi endamê mafyayê yê ulkucu Sedat Peker jî derxist surmanşetê û ji devê Peker “7’ê Hezîranê têkoşîna Hîlal û Xaçê” hate dayîn. Rojnameyê qetlîama duh nedît û nûçeyên Yasîn Boru jî dîsa bi kar anî.
Dîsa bi rojnameya Vahdetê ya AKP’î ve, wekî çapemeniya AKP’ê rojnameya Perînçek a Aydinlik, Sozcu ya neteweperest jî teqîna li Amedê nedîtin.
(sa)