PJAK: PDK-Î û PDK bûne piyonên şer
NAVENDA NÛÇEYAN
PJAK’ê ragihand ku li dijî tevgera Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê şerê taybet tê meşandin û hêzên girêdayî Barzanî li Rojhilat(PDK-Î, PDK) bûne piyonê bingehîn yên vî şerî. PJAK’ê herwiha hişyar kir ku bila kes hewil nede sebra tevgera Apoyî û welatparêzên Kurdistanê biceribînin.
Plana şerê taybet li dijî tevgera Apoyî Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê balkişande ser planên şerê qirêj li dijî tevgera azadîxwaz li Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Piştî serdana li pey hev ya rayedarên komara Îslamî ya Îranê ji bo Başûrê Kurdistanê, planek nû ya şerê taybet li dijî tevgera azadîxwaz a Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê hatiye darijandin. Partiyên girêdayî Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê(PDK-Î, PDK) bûne piyonê vî şerê taybet.”
Meclîsa PJAK’ê balê dikişîne ser ezmûnên neyênî yên van partiyan û wiha berdewam dibe: “Partiyên ‘Zer’ ku rabirdûyeke wan a dûr û dirêj di belavkirina enerjiya civaka kurd û şerê bi tekoşerên kurd re heye dixwazin bi belavkirina çanda falanjîstî, civaka Kurdistanê bikin qada pêşbirgên korfamiyên xwe.”
Reşkirina kesayetên tekoşer û welatparêz PJAKê diyar kir ku van partiyan di dirêjahiya cudabûn û rûniştinên li kampan de bûne hêlîna sîxûr û mohreyên wezareta Îtilaat û Sipahê Pasdaran û wiha pêde çû: “Yek ji şêwazên sereke yê şerê taybet reşkirina navê kesayetên ku li gorî daxwazên wan tev nagerin e. Di van rojên dawî de hinek ji kesayetên endamtiya wan di saziyên Îtliaatê de eyan û beyane, di heman demê de xwe alîgirê du partiyên zer nîşan didin. Herwiha karta endamtiya van partiyan di berîka xwe de digerînin. Van kesan dest bi reşkirina kesayetên tekoşer û welatparêzên kurd kirine.”
‘Kes bila sebra kurdan neceribîne’
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku kiryarên van kesan nikare kesayetên tekoşer û welatparêz reş bike û wiha dibêje: “Bêguman kiryarên ne exlaqî yên van mohreyên rejîmê nikare kesayetên tekoşer û welatparêz reş bike. Nikarin bi van hewldanan siyê bixin ser serkeftinên li pey hev ên gelê tekoşer ê kurd. Em bi vî awayî hemû raya giştî ji planên qirêj agahdar dikin, van mohre û nokeran hişyar dikin. Kes bila sebra tevgea Apoyî û gelê welatparêzê Kurdistanê neceribîne.”
(rn)