PKK: Di Newrozê de bi mîlyonan divê bêjin ‘Ya azadî ya azadî’
BEHDÎNAN 15.03.2014 07:41:53 Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê bang kir û got divê bi mîlyonan kes li qadan şîara ‘Ya Azadî ya Azadî’ biqîrin.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em cejna azadî û vejînê ya gelê xwe Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û bi rêzdariyeke mezin serokatiya xwe slav dikin. Em di serî de Newroza gelê Kurdistanê ku ji bo azadiya serokatiya xwe di her şert û mercî de têdikoşe û bedelê dide û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em di şexsê Kawayê Hevdem de Mazlum Dogan û hemû şehîdên Newrozê bibîr tînin. Emê bidin şopdarê doza wan.
Meha Adarê di çanda rojhilat û bi taybet li Rojhilata Navîn destpêka mehekê tê dîtin û mizginiya biharê dide. Wekê di efsûnê de jî tê gotin ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar beriya Zayînê 21’ê Adara 612’an de serhildan li dijî Dehaqê zalim çêdibe û Kawa dawî li serdestiya wî tîne. Cejna Newrozê ku tê wteya roja nû, em îro ji her demê zêdetir bi coş pîroz dikin.
Ji sala 1973’an heta niha ev 41 sale meha Adarê bi coşeke mezin hatiye pîroz kirin. Di şert û mercên sedsala 21’ê de Şoreşa Azadiya Kurdistanê de berxwedanên bi heybet hatine jiyîn û her wiha şehadet hatine jiyîn. Newrozên 21’ê Adara 1982’an îro bi coştir tê pêşwazîkirin. Di vî alî de meha adarê ku di pratîka şoreşger ya 40 salî de cihekî girîng digire bi berxwedan û serhildanên bi heybet tije bûye.
Partiya me şehîdê xwe yê yekemîn Aydin Gul di 7’ê Adara 1977’an de daye. di 1980’an de sê hevalên me li dijî hêzên artêşê ketine berxwedaneke mezin û gihiştine şehadestê. Di Neweroza 1990’an de hevala Zekiye Alkan li Bedenên Amedê agir berda bedena xwe, Rehşan Demîrel di 1992’an de, Ronahî û Berîvanê di 1993’an de, Sema Yuce jî di 1998’an de tevli vê karwanê bû û riya şoreşê ronî kirin.
Her wiha dîsa hevalên Şaristan Botan, Zînê Gulîstan, Akîf Kobanî û Ferhat Hakkarî jî li dijî komploya navnetewî a 15’ê sibatê çalakiyên fedayî pêk anîne û gihiştine şehadetê.
Di dîroka Kurdistanê de meha adarê şahidê dehan komkujî û şehadetane. Di 16’ê Adara 1988’an de komkujiya Halebê, di 12’ê Adara 1995’an de komkujiya taxa Gazî ya Stenbolê û her wiha di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo komkujî pêk hat.
Herî dawî di 11’ê Adara 2014’an de li Qamişlo li dijî gelê me çeteyan êrîş pêk anî. Em êşa gelê xwe parve dikin û diyar dikin ku dê teqez hesabê vê bê pirsîn.
Em di arefeya Newrozeke nû de ne. Aliyê li dijî banga Rêber Apo bi hestiyar û gelê kurd divê ji her demê zêdetir li dora Rêber Apo bibin xelek. Em bang li hemû glê xwe dikin ku bi şîara ‘Ya azadî ya azadî’ dakevin qadan û qîr bikin.