1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PKK'ê bêçalaktî îlan kir leşker derket operasyonê
PKK'ê bêçalaktî îlan kir leşker derket operasyonê,pkk,ê,bêçalaktî,îlan,kir,leşker,derket,operasyonê

PKK'ê bêçalaktî îlan kir leşker derket operasyonê

A+ A-

MÛŞ (DÎHA) - Operasyona leşkerî ya duh li Çiyayê Kolî Baba ya Mûşê dest pê kir berdewam dike û ketin û derketina herêmê hatiye girtin û herêmê tê bombebarankirin. Gelê ji navçeyên Kop û Gimgimê ber bi herêmê ve derketin rê ligel astengiyan ketin herêmê operasyonê.

Operasyona duh li derdora Çiyayê Kolî Baba yê di navbera navçeyên Kop û Gimgimê de dimîne di roja duyemîn de berdewam dike. Operasyona li gundên Nîftîk, Şelul û Êşîkuleka yên navçeya Kopê û gundên Kaniya Mêra, Zoro û Qerepungar ên Gimgimê pêk tê ketin û derketina herêmê jî hatiye qedexekirin. Welatiyên ji navçeyên Kop û Gimgimê hatin ji bo biçin herêma operasyonê ji aliyê leşkerên li ser riyan nokte danîn ve hatin astengkirin û sedan welatiyan li çoltar çûn herêma operashonê. Li herêmê bi helîkopteran gelek leşker li girên bilind bi cih kirin û bi dehan wesayîtên zirxî jî birin herêma operasyonê.

Çiyayê Kolî Baba ji aliyê helîkopteran ve demek dirêj hat bombebarankirin. Leşkerên pêşiya mertalên zindî girtin destûrê nadin biçin herêmê. Li ser vê yekê sedan welatî li gundikê Şelule li nêzî herêma operasyonê dest bi nobetê kirin.

Hate hînbûn ku ji herêma operasyonê re gelek leşker hatin sewqkirin û serê sibê jî tevgera helîkopteran hat jiyîn.

(bd)