1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PKK'ê Zeynep Kinaci bibîr anî
PKK'ê Zeynep Kinaci bibîr anî,pkk,ê,zeynep,kinaci,bibîr,anî

PKK'ê Zeynep Kinaci bibîr anî

A+ A-

BEHDÎNAN 28.06.2014 07:04:26 Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, Zeynep Kinaci (Zîlan) a di sala 1996'an de li Dêrsime çalakiya canfedayî pêk anî, bibîr anî.

PKK'ê bi daxuyaniyekê di salvegera 19. a ji destdayîna jiyanê ya Zeynep Kinaci de ew bibîr anî û bi wesîleya vê rojê careke din bang li Kurd, sosyalîst, demokrat û dijberên sîstemê kir ku li eniyeke hevpar têkoşînê bimeşînin.

Daxuyaniya ji aliyê PKK'ê ve hat weşandin bi vî rengî ye:

"Di salvegera 19. a şehadeta wê de em rêheval Zîlan bibîr tînin, li pêşberî mezinahiya Wê ya ku Rêber Apo fêm dikir û bicih dianî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dilsoziya xwe ya bi tevahiya şehîdên azadiyê re careke din diyar dikin.

Rêhevala me Zîlan-Zeynep Kinaci di sala 1996'an de, di kesayetiya Rêbertiya Partiyê de komploya tinekirinê ya li dijî têkoşîna azadiyê dît, helwesta şoreşgerî ya divê milîtanek nîşan bide di asta herî bilind de nîşan da û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand. Ji bo rêhevalên xwe yên dozê û gelê Kurd jî peyameke mezin hişt.

Ev peyam: -şert û bêderfetî çi dibin bila bibin, dijmin kî be, çiqasî êrîş bike bila bike- bila bi tenê bawerî û biryardariya mirovên dildarên Têkoşîna Azadiyê tam be, hingî li dijî mêtîngeran, mêtîngeriyê her qad, her cih û her dem dikarin bibin cih û dema pêkanîna çalakiyeke serketî.

Rêhevala Zîlan ev rastî, bi çalakiyeke di dîroka Kurdistanê de kêm tê dîtin, nîşanî tevahiya cîhanê da.

Serok Apo ji bo vê kesayetî û çalakiya şoreşgerî ya awarte pênaseya "Zîlan vejîna dîrok û jinê ye" kir.

Bi qasî rastiya şehîdan, ti rastiyek zelal nîne. Ji ber ku şehîdan nûbûna jiyanê, agirê di bedena xwe de, bi doza afirandina di xweliyên xwe de ji me re hiştin. Ji ber vê yekê "Şehîd, di pîvanê de nedana tawîzê ye", li gorî pêwistiyên wê rojane xwe di ber çavan re derbas kirine.

Ji bo rûmet û doza mafdar a gelê Kurd, ji navê daxwaz û xeyalên gelê Kurd Rêber Apo re got; "Xwezî tevî canê min tiştekî din jî hebûya ku min feda bikira. We bi jiyana xwe re gelek ji nû ve afirandin. Tevahiya gelê Kurdistanê û bi mîlyonan mirov bi mirinê bi we re dilsoz in." Ev gotinên wê di vî warî de xwedî wateyeke gelekî mezin e.

Dilekî bi gotina "Îddîaya min a jiyanê gelekî mezin e. Dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku gelekî ji jiyan û mirovan hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim" diqîre ti carî nayê jibîrkirin, çalakiya wê ti carî nayê tarîkirin, hêjaye ku li her qada jiyanê, di her kêliyê de her tim bê bîranîn. Lewma cihê wê yê di dilê gelê Kurd de wê her tim hebe.

Weke gelê Kurdistanê em di rewşeke dîrokî re derbas dibin. Erdnîgariya em li ser dijîn, her roj hinekî din dikeve rewşeke krîzê. Diyare ku ev rewş ji her demê bêtir wê herî zêde bandorê li gelê Kurd bike. Ya divê were kirin, bi sekna çalakî û jiyanê ya azadîxwaz û berxwedêra PKK'ê Zîlan fermana wê da me, meşa bi rêbaza canfedayî ye. Ji her demê bêtir îro pêwistî bi vê meşê heye. Gelê Kurd bi dayîna berdêlên giran ber bi azadiya xwe ve bi pêş diçe. Hêzên mêtînger û desthilatdar ên dixwazin pêşî li vê meşa gelê me bigire, li her eniyê dijberiya xwe belav dikin.

Bi kurtasî em di rewşeke dîrokî re derbas dibin. Eger em dixwazin weke gel ji vê rewşa dîrokî bi serketî derkevin divê em guh bide dengê Zîlan ê "Bang li tevahiya mirovahiyê dikim, dest bide gelê Kurdistanê, destekê bidin, zingara emperyalîzmê li ser mêjiyê em çê kiriye paqij bikin û guh bidin qîrîna azadiyê ya vî gelî." Divê em bi hemû hêza xwe li dora têkoşîna azadiyê dil û mêjiyê xwe bilind bikin û li hev kom bibin.

Rêya serketinê vekirî ye. Di salvegera 19. a şehadeta rêhevala Zîlan de di şopa berxwedêrên mezin de, ji bo em bibin xwedî meşeke bi heybet a di rêya serketinê de, em bang li tevahiya gelê xwe, dost, sosyalîst, demokrat û hemû dijberên sîstemê dikin ku li eniyeke hevpar têbikoşin.

Azadî wê bibe para gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn ku di rêya şoreşê de astengiyan nas nakin û ber bi serketinê ve dimeşin!"