‘PKK’ê şoreşa xwe ya vejînê pêkanî’
BEHDÎNAN 24.11.2013 07:04:11 Fermandar û gerîlayên HPG’ê têkildarî 36’mîn salvegera Damezirandina PKK’ê de ji ajansa me re axivîn; dane diyarkirin ku, piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK avakir, li Kurdistanê şoreşa vejînê pêkhatiye û anîn ziman ku, armanca wan azadkirina Ocalane.
Damezirandin û serhildana PKK’ê li dijî mêtîngerkirina Kurdistanê ku di dîroka Kurdistanê de weke “serhildana 29’mîn” tê binavkirin, 35 sal li pey xwe hişt. Di demên ku ti kesê cesaret nedikir bêje “Ez Kurdim”, PKK ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bişîara gelê Kurd di bin mêtîngeriyê de ye hate avakirin, bi têkoşîna leşkerî û siyasî ya li Kurdistanê birêve bir feraseta înkar û îmhayê şikand, li gel vê ezmûn û pêşketinekî mezin ya têkoşînê derket holê. PKK’ya ku di hola dema derbeya leşkerî de li dijî mêtîngeriya li Tirkiye û Kurdistanê derket, di 36’mîn salvegera damezirandina PKK’ê de fermandar û gerîlayên PKK’ê ji ajansa me re axivîn.
Ji Fermandarên HPG’ê Aryen Cûdî:
“Ez di serî de salvegera tevgera vejînê li avakarê tevgerê Rêber Apo û hemû gelê Kurdistanê, hemû şoreşger û kesimên demokrat, mirovahiya pêşketî pîroz dikim. Niha em vê vejîna netewî û jiyana nû li Rojavayê Kurdistanê û gelek qadan jiyan dikîn. Tevgera PKK’ê ji nû ve vejînê tenê ji bo kesimek ya civakî nagire dest, ji bo hemû mirovahiya cîhanê digire dest û li ser vî bingehî têkoşînê dide. 36’mîn avabûna tevgera vejînê dê bibe wesîleya vejîn û berxwedana hemû gelên cîhanê. Em têkoşîna azadiyê li ser vî bingehî digirîn dest û dê têkoşîna azadiyê hîn zêdetir kûr bikîn. Li ser vî esasî pêwîste sala bê weke sala azadkirina Rêber Apo û gel vê vejînê hîn zêdetir bihêz û serkeftî pêşwazî bike.”
Ji Fermandarên HPG’ê Ferîd Tendurek:
“Ez 36’mîn salvegera damezirandina Partî di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, ên ku li rexmî hemû pêkûtiyan şer dikin, gelê me ê di hemû şert û mercan de li berxwe dide û rêhevalên me ên di zindanan de li rexmî hemû zoriyan berxwe didin pîroz dikim. Dema ku mirov temaşe dike beriya PKK avabibe, Kurdistan di çi rewşê de bû, an jî Kurd çawa bûn? Em dizanin ku li Kurdistanê çend serhildan çêbûne. Hemû serhidan têkçûn. Dema ku mirovan piştî van serhildanên li Kurdistanê mêze kir, êdî bawerî nema. Hemû demê bêbawerî û bêhêvîtî hebû. Kurdistan yan jî dîroka Kurd ber bi jêr ve diçû. Hertişt dihate jibîr kirin û ber bi tunebûnê ve diçû. Sîstemê jî li dijî vê propogandayekî çalak birêve dibir.
Tevgera PKK’ê ku bi komek biçûk bi Rêber Apo destpêkir, niha ji aliyê milyonan Kurd ve tê pejirandin. Bi hezaran şervanên azadiyê li djî îmhaya Kurd têkoşînê didin. Di civakê de ji bo rabûna sinorên ferasetê di hemû aliyan de li her çar perçeyên Kurdistanê yeketî çêbû. Yanî ciwanên çar perçeyên Kurdistanê, li gel hev têkoşîn dane meşandin şehîd ketin. Sîstemê ji bo Kurdan perçe bike Kurdistan kirin çar perçe. Li gel vê jî Kurd xistin hezar perçe. Hemû caran yeketiya Kurd, îtîfaqa Kurd astengkirin. Cîhanê xwe kir yek û hatin ser de. Lê PKK’ê hem li zindanan û hem jî li çiyan têkoşîn da. Pêşketinên niha li Rojava çêdibin encamên têkoşîna PKK’ê ne. Rêber Apo li giravê di nava çar dîwaran de têkoşîna PKK’ê dide meşandin. Rêber Apo got ku; ‘Li cihê ku hêvî û bawerî tuneyî, li rexmî ku ti tiştek me tuneyî jî me, weke ku bi derziyê bîrekê bikûlî me ev têkoşîna anî vê merheleyê.’ Piştî van gotinên Rêber Apo niha jî li rexmî hemû zoriyan têkoşîn tê kirin. Ji bo serkeftinê hemû tiştê xwe dide. Gelê Kurd ê ku nedixwest zarokên xwe bide, niha bidestê xwe zarokên xwe dide rêxistinê. Ji bo vê têkoşînê hertiştê xwe dide. Ji bo ev têkoşîn ser bikeve, hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manewî de piştgiriyê didin. Em dibînin ku, li Rojavayê Kurdistanê, jin, ciwan, zarok, jin, kal ji 7 salî heya 70 salî hemû kes li dijî dijmin rawestiyaye. Li Rojavayê Kurdistanê li rexmî dorpêça dijmin jî, bi têkoşîna didin serkeftinan bidest dixin.
Li Kurdistanê di aliyê civakî de şoreşekî mezin ya ferasetê pêktê. Belkî azadiya Kurdistanê tam çênebûye, lê belê hem şoreşa civakî û hem jî a zîhnî çêbûye. Di rastiyê de Kurdên ku ji civakbûyîna xwe dûr, li gel şoreşa zîhnî bûne civak. Niha hûn li kîjan perçeyê Kurdistanê mêze bikin, dema ku li dijî nirxên Kurdan êrîşek pêktê, dibin yek û li hember dirawestin. Li Ewropa be, Kurdistanê dibe li kuderê dibe bila bibe dema ku êrîşek li ser Kurdan pêktê, li dijî êrîşê radiwestin û berteka xwe nîşan didin.
Di 36’mîn salvegera Damezirandina PKK’ê de peywirên mezin dikevin ser milê me. Tiştên ku em bikin hene. Ji bo em Rêber Apo ji nava çar dîwaran derxînin peywirên ku dikevin ser milê me hene. Ev jî têkoşînekî mezin dixwaze. Dema ku îro em lê mêze dikin, di hemû aliyan de ji bo pêşî li têkoşînê bê girtin sîstem hemû polîtîkayên xwe dixe bazarê. Rûxandina van polîtîkayan û pêşde birina têkoşînê deynê me ye şervanên azadiyê ye. Bi vê nêzîkatiyê pêwîste em Rêber Apo ji wir derxînin û azad bikin.”
Gerîlayê HPG’ê Serkeft Zaza:
Ez 36’mîn damezirandina PKK’ê li hemû rêhevalên xwe pîroz dikim. Rêber Apo, PKK di civîna 27’ê Mijdarê pêkanî de avakir. Dema ku hate avakirin, li Kurdistanê rastiya gelekî ku xwe nas dike tune bû. Rêber Apo jî gelê Kurd ji bin axê derxist. Dema ku PKK di hate avakirin, li hinek deveran beşdarbûn baş bû, lê li hinek deveran kêmasî hebûn. Ez dixwazim vê bêjim, ên ku xwe paşde hêlan, di têkoşîna ku Rêber Apo dayî destpêkirin de cihê xwe negirtin. PKK li ser berjewendiyên xwe ên şexsî derneket. Ji bo gel derket holê.”
Gerîlayê HPG’ê Agir Ararat:
“Ez salvegera damezirandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo û ên ku azadiyê dixwazin, gelê Kurd û hemû mirovahiya cîhanê pîroz dikim. Vê serhildanê di serî de li ser gelê Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn bandorek mezin kir. Bi xwe re guhertin û veguhertinên mezin anî. Beriya ku Rêber Apo derkeve û PKK’ê ava bike, li Rojhilata Navîn bêdengiyek mezin hebû û ji bo gelê Kurd digotin, ‘me ew bin ax kirine û beton rijandiye ser, êdî ew tucarî nayên ser xwe ve’. Lê belê Rêbertiya me ev rewş guhert. Li ser vî bingehî avabûna PKK’ê tê wateya ji nû ve vejîn û berxwedana Kurdistanê.”