PKK û Ocalan gav avêt dora Hikûmetê ye
Welatiyên Şemzînan û Geverê: PKK û Ocalan gav avêt dora Hikûmetê ye
SAMÎ YILMAZ / VAHAP BAY
Piştgiriya ji bo banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 21'ê Adarê Newroza Amedê de kir her ku diçe zêde dibe. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên navçeyên Gever û Şemzinanê piştgirî dan banga Ocalan û xwestin êdî dewlet u hikûmet jî gavên çareseriyê bavêje.
Piştgiriya ji bo banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çarseriya demokratîk her ku diçe zêde dibe. Parazvanên mafên mirovan, sendîkavan, akademisyen, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek beşên civakê diyar dikin ku peyama Ocalan peyamek dîrokî û pir watedar e. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Şemzînan û Geverê jî piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku êdî lazim e hikûmet jî avên şênber bavêjin. Serokê Odeya Sinhetkar û Esnafan a Şemzinanê Muharrem Tekin, anî ziman ku daxuyaniyek gelek watedar bû û bi salan bûn li benda vê daxuyaniyê bûn û wih got: "Daxuyaniya Birêz Ocalan pir bi qîmet û watedar e. Dê ev daxuyanî rê li pêşiya pêşketina aştî, demokrasî, aborî û çivakî veke. "
'Bila dewlet jî agirbestê îlan bike'
Tekîn, anî ziman ku Ocalan banga dîrokî kiriye û Ocalan peyvir û berpirsiyariya xwe zêdetir bi cih anîye û wiha got: "Em dixwazin êdî dewlet û hikûmet gavan bavêje. Li herêmê 30 salin şer heye. Bi hezaran mirovan di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo me tiştê herî bi qîmet rawestandina mirinan e. Di vê pêvajoya ku PKK derbasî dervê bibe, divê parlamento govên çareseriyê bavêje û zagonan biguhere. Tiştî herî giring rawestîna çekan e. PKK'ê agirbest ilan kir divê dewlet û hikûmet jî agirbestê îlan bike. Ger ku dewlet jî agirbestê îlan bike dê provokasyon jî rabin.
'Ocalan banga dîroki kir'
Nûnerê Demê yê KESK'ê ya Şemzînanê Selman Cevizci, jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga dîrokî kiriye û piştgiriya xwe anî ziman. Cevîzcî, xwest her kes piştgiriyê bidin pêvajoyê û wiha got: Em wekî hevparên KESK'ê naxwazin tu dayik bigirîn û kuştin pêk bên. Em dixwazin hemû kuştin bi dawî bibin. 30 salin şer heye. Em dixwazin çek rawestin diyalog û çareseriya demokratîk pêş bikeve. Ocalan banga nû li tevgerê kir û tevgera PKK'ê liser banga Ocalan agirbest îlan kir. Divê dewlet jî agirbestê îlan bike."
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yuksekova Haber Erkan Çapraz jî anî ziman ku peyama Ocalan a di Newroza Amedê de gelek girîng û watetar bû. Peyamek wir wadetar û kûr bû. Gele Colemêrgêpiştgiriyek mezin da peyama Ocalan. Li peyama Ocalan xwedî derketin. Ez piştgiriyê didim peyama Birêz Ocalan Ev pevajo ji bo Komara Tirkiyeyê firsendek gelek mezin e. Divê hikûmet û dewlet bersîvek erênî bide vê bangê. Encamgirtinek baş di destê hikûmetê de ye. Li gorî min Birêz Ocalan ji bo yekîtî û aştiya gelan peyvira xwe bi cih anî. Niha dor ya hikûmet û dewletê ye."
'Zarokên baş vê pêvajoyê tehamul nakin'
Xwediyê Pirtûka Umutê Seferi Yilmaz ku di 9'ê Mijdara 2005'an de pirtûkxaneya wî ji aliyê JİTEM'ê ve hat bombekirin jî anî ziman ku ew pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û wiha got: "Divê meclîs gavên erînî bavêje. Divê Komîsyona Mirovên Aqil ava bike. Agirbesta yek alî û paşvekişandina sînor tenê bi serê xwe nabe çareserî. Di sala 1999'an de dema PKK paşve kişiya 600 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê gelê kurd bi fikar e. Divê êdî gavên şênber bên avêtin. Bê guman 'zarokên baş' ên vî welatî dê vê pêvajoyê tehamul nekin. Lê têkoşîna gel a aştiyê dê zarokên baş bînin rêzê.
Esnafê Şemzînanê Ceyhan Demirel jî piştgiriya xwe anî ziman û xwest êdî şer û kuştin bi dawî bibe û hikûmet gavên çareseriya demokratîk bavêje.
(mae)