Plana AKP'ê ya Şark Islahatê di dewrê de ye!
ENQERE (DÎHA) - Hikumeta AKP'ê ya ku siyaseta xwe ya şer îro gîhandiye astekî nû, bi temamî xwe dispêre plana Şarq Islahat a di salên 1925’an. Dîroknas Mehmet Bayrak bal kişand ser siyaseta AKPê û got ev plan îro bi destê AKP’ê hatiye guncavkirin û birêvebirin. Bayrak wiha domand, "Di encama pêkanînên di dema plana Îttîhatî û piştî wê, heta niha herî kêm 100 hezar Kurd hatine qetilkirin. Lê vê yekê tenê rewşa heyî hê aloztir kir, ji bilî vê yekê tu tiştek din nekir."
Hikûmeta AKP'ê li dijî gelê kurd konsepta 100 salên dawî tev komî ser hev kir û bi konsept û rêbazek şerê nû derket pêşberî kurdan. AKP'ê li gel rêbaza şerê 30 salên dawî rêbazek nû bikar anî û li ser gelê kurd şertê taybet ê înkar û îmhayê meşand. Bi taybetî piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê gav bi gav ev plana şerê taybet a li ser gelê kurd xist meriyetê û niha hewl dide li ser gelê kurd komkujiya fîzîkî pêk bîne. Di vî şerê dawî de ji balafirên şer bigire heta hemû çekên giran ên şer bikar tîne û xistiye meriyetê.
Dîroknas Mehmet Bayrak bilevkir ku hikûmeta AKP’ê hewl dide bi rêbazên cûda konsepta şer bighîne astekî din û got, di dema pêvajoya hevdîtinên ji bo çareseriyê de planeke alternatîf hatibû amdekirin û ev plan piştî hilbijartinên 7 Hezîranê hedî hedî xistîbû dewrê. Asta herî dawî a vê planê jî bi balafiran şer topbarankirina cîhên sîvîl lê dijinbûn, ev yek ne tenê bi balafirên şer re bi sînor dimîne lê belê bi Çekên giran jî vê êrîşa komkuj pêktinîn û ev yek ji her alî ve hatiye amdekirin. Bingeha vê plana komkuj li qesrê hatiye amadekirin û ji aliyê alîgirên Kurd yên AKP’ê ve tê birêvebirin. Li gorî plana ku AKP’e weke “Siyaseta Entegrê” binav dike, hewl dide di mijara çareseriyê de serê gelê kurd tevlî hev bike û bi hin tiştin ku devkî dibêje an jî tiştên biçûk têgêhiştineke ku “pirskirêka Kurd hatiye çareserkirin”çêbike û yên ku li dijî vê têgêhêştin derkevin jî wan weke “dijmên dide îlan dike” û wan tine bike. Ev plana ku bi erêkirina Serok-komarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hatiye amdekirin, wezîfeya bi rêveberina vê planê jî dane Serokwezîr Ahmet Davutoglû, hikûmeta AKP’ê, alîgirên wê yên Kurd. Ev plan bi gotina Davûtoglû a “emê mal bi mal dest bi paqijiyê bikin” starta wê hat dayîn. Di vê plana ku gelek caran li ser gelê Kurd hatiye ceriband a weke asîmîlasyona çandî û ya sîyasî di serî de tê. Bi vê yekê re wê operasyonên mezin û yên cûda wê bênedestpêkirin.
Armanc tunekirina çandî û siyasî ye
Li gorî vê planê tenê bi înkara leşkerî nayên ser. Hewl didin ku di aliyê çandî û siyasî de tune bikin. Ji ber vê yekê Wezîrê Parastina Neteweyî û Wezareta Perwerdehiyê milê xwe dan hev û hedef dikin ku kurdan paqij bikin ango li gorî xwe terbiye bikin. Di bingehê vê planê de Plana Islahata Şerqê ya sala 1925'an heye. Di sala 1924'an de silogana "Cihê şûrê tirk lê bilind bibe, kurd li wir diqetin" berz dikirin. Di sala 2015'an de plana AKP'ê gotina "Hûn dê hêza tirk" bibînin bû.
Rejîm her daîm xwe diparêze
Di sala 1925'an de plana Islahatê ya Teşkîlata Perwerdehiya Neteweyî ku li ser bingeha leşkeriyê hatibû plankirin bû. Wê demê Rêveberiya Awarte ango OHAL niha jî Rejîma Qedexeya Kolanan ketiye meriyetê. Wê demê Dadgehê Îstîklalê, Dadgehên Rêveberiya Taybet, Dadgehên Ewlehiya Dewletê" û Niha jî Dadgehên Cezayên Giran ketine meriyetê.
Dê karmendên kurd ji herêmê paqij bikin!
Di plana Islahata Şerqê de xala sereke diviya bû hemû karmendên li herêmê kar bike tirk bin. Niha jî ji bo karmendên kurd ji herêmê sirgûn bike û dûr bixe bi riya çapemeniyê zextên derûnî dimeşîne. Çapemeniya nêzî AKP'ê gote gotên "Dê karmendên nêzî PKK'ê dê li bajarên kurd bên bicihkirin. Dixwazin karmendên kurd ji herêma Rojava vala bikin û li şûna wan karmendên tirk bi cih bikin.
Di 2 planan de 5 armanc wekî hev in
1) Di her du planan de hêza leşker dişibin hev. Di Plana Islahata Şerqê ya xala 12'an de dihat gotin ku bi taybetî li ser sînor hêjmara leşkeran bê zêdekirin û qereqol bên avakirin. Di plana niha de jî heman tişt heye. Bi 10 hezar polîs û leşker operasyona "Peqijiyê" hat destpêkirin.
2) Di plana sala 1925'an de karmendên kurd ji bajarên rojava hatin dûrxistin. Di vê plana nû de jî heman tişt heye.
3) Di plana Islahata Şerqê ya 1925'an de polîtîkayên bişaftinê hebûn niha jî hene. Wê demê Ocaxên Tirk ên Herêmê, Dibistanên Leylî yên Herêmê û Dibistanên Keçikan. Niha ji piştî mamoste ji herêmê kişandin Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Hewce be em dê xwendekaran bibin li Enqere û rojava perwerde bikin.
4) Di sala 1925'an de xala 9'emîn wekî kesên îsyan dikin, kesên piştgiriyê didin û hilweşandina malên vana" dihat plankirin. Hikûmeta AKP'ê jî berdewama polîtikayên şewitandina gundan wekî polîtikayên koçberiyê xist meriyetê.
5) Di sala 1925'an de avahiyên dewletê û qereqolên leşkeriyê hatin avakirin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de jî dibistan, nexweşxane yek bi yek kirin qişla leşkeriyê.
Nivîskar Mehmet Bayrak, diyar kir ku di Plana Islahata Şerqê û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya niha de tu ferq tune û wiha got: "Tedip: Bi rêbaza leşkerî têxe xizmeta xwe. Tenkil; Bi rebaza leşkeriyê cezakirin. Taqtil: Qetilkirin. Tehcir: Koçberkirin. Temsil: Bişaftin, Temdîl: Wekî modela îslama tirk bikin şaristanî. 7 "T" yên bê oxir in."
100 hezar kurd hatin qetilkirin
Bayrak destnîşan kir ku di plana Islahata Şerqê de dixwestin nasnameya kurd tune bikin û pirsgirêka kurd bi vî rengî çareser bikin û wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Di navbera salên 1925-1927'an de hêjmara kurdan 15 hezar bûn. Di yekemîn hêjmara Hoybun a sala1928'an de li Tirkiyeyê komkujiya kurdan bu mijara kovarê. Di sedsala dawî de li Zîlan û Agiriyê 30 hezar kurd hatin qetilkirin. Lê li gorî me 40-50 hezar kurd hatine qetilkirin. Lê li gorî hin çavkaniyan zêdeyî 70 hezar kurd hatine qetilkirin.
(mae)