1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Plana Çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê komkujiyekî mezin bû
Plana Çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê komkujiyekî mezin bû,plana,çeteyên,daîş,ê,li,serêkaniyê,komkujiyekî,mezin,bû

Plana Çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê komkujiyekî mezin bû

A+ A-

31 Gulan

SEREKÂNİYE (DÎHA) – Bêdengiya rayagiştî ya cîhanê ya li hemberî komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê ya li gundê Tîlêliyê ya Serêkaniyê pêk anîn berdewam dike û detayên komkujiyê jî derdikevin holê. Derket holê ku armanca çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê komkujiyekî mezin pêk anîn bû. Berdevkê YPG'ê Redur Xelîl jî bang li Komîsyonên Mafên Mirovan kir ku li gundê komkujî pêk hat lêkolînan bikin.

Detayên komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê di 28'ê gulanê de piranî zarok û jin a li gundê Tîlêliyê yê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê pêk anîn hêdî hêdî derdikevin holê. Hate zanîn ku çeteyên DAÎŞ'ê yên bi ser gund de girtin û jin û zarok bi hovî qetilkirin, komkujî bi çekên giran ên weke Tanq û Doçka pêk anîn. Armanca çeteyên li gund hovîtî pêk anîn ew bû ku hêzên YPG'ê bikşînin gund li vir bi çekên giran kemînê ji wan re danîn bû. Hate hînbûn ku komkujiya gundê Tîlêliyê perçeyekî plana dagirkirina Serêkaniyê ya çeteyan gelek caran hewildana wê kirin û dê komkujî li gundên din jî pêk anîban.

Di nav endamên çeteyan ên hatin kuştin de hemwelatiyên tirk jî hene

Hate ragihandin ku YPG'ê bi tund bersiva çeteyan da û di nav 86 çeteyên hatin kuştin de hemwelatiyên tirk û dewletên din jî hene û li ser windayên mezin çete ji herêmê reviyan. Kesên ji komkujiya zarokên 11 mehî jî hatin qetilkirin de bi saxî xilasbûn jî hêj şoqa komkujiyê li ser xwe neavêtine û ji ber tirsa çete dê wan jî bikujin ji qemereyan re napeyîvin. Hate zanîn ku çeteyan çekên giranên di komkujiyê de bikaranîn ji gundê Til Ebyad ê ku di bin kontrola çeteyan de û bajarê Rakka yê Suriyeyê anîn.

Hewildana çeteyan a ku piştgirî ji navenda çeteyan a li Çiyayê Ebdelazîz a li bajarê Rakka digirt a serdagirtina Serêkaniyê bêencam bû. Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku armanca çeteyan a sereke Serêkaniyê dagirkirin bû. Çavkaniyên YPG'ê dan zanîn ku hêzên, destkeftiyên hevpar ên gelan û rêveberiya Xweseriyên Demokratîk ên Rojava naxwazin piştgiriyê didin çeteyan û balkişandin ser piştgiriya Tirkiyeyê ya dide wan çeteyan.

Di komkujiya DAÎŞ'ê de bi hesan kes jî winda ne

Çeteyên DAÎŞ'ê bi taybet kurd, êzîdî û xirîstiyan weke "kafir" îlan kirin û bi baweriya ku bibin "emîr" serê mirovan jêdikin. Ligel komkujiyên çeteyan bi taybet zarokan direvînin. Hate hînbûn ku di komkujiya Tîlêliyê de bi dehan kes hêj windane û zarokên sax mayîn jî hatin revandin. Hate gotin ku li herêmên nêzî Halepê nêzî 400 kurdên Rojavayî ji aliyê wan çeteyan ve hatine revandin.

Berdevkê YPG'ê Xelil: Divê saziyên navneteweyî lêkolînê bikin

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, diyar kir ku rayagiştî ya navneteweyî li hemberî komkujiya Tîlêliyê bêdeng ma. Xelîl, komkujiyî wek "dijmirovahî" bi nav kir û anî ziman ku divê komkujî bêbelgekirin û ji bo tesbîta komkujiyê divê saziyên mafên mirovan bên herêmê û lêkolînan bikin.

(bd)