1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Planeke din ya Erebên şovenîst derket holê
Planeke din ya Erebên şovenîst derket holê,planeke,din,ya,erebên,şovenîst,derket,holê

Planeke din ya Erebên şovenîst derket holê

A+ A-

HEWLÊR (Pukmedia) - Bi biryara Wezareta Kiştûkaliya Êraqê, Erebên şovenîst lijneyên nihênî (weşartî) amade kirine û li navçeyên ku Kurd, Ereb û Tirkmen pêkve dijîn, bê biryareke fermî li ser mulkên wan lêkolînan dikin.

Hat ragihandin, bi şêweyekî nihênî (weşartî) şandeyeke Wezareta Kiştûkaliyê ya Êraqê û lijneya ku bo çareserkirina kêşeyên mulkdarên Êraqê hatiye amadekirin û her wiha endamekî lijneya maddeya 140’ê, serdana navçeya Daqûqê kirine li ser mulkên niştecihên wan dewerane lêkolîn kirine, ji bo ku wan mulkan vegerînne xwedanên xwe yên berê.  

Lê belê paşê derket holê ku, ev kesene hemû Ereb in û bê nûnerê Lîsteya Kurdistanî û bê agahdarkirina rêvebiriya bajarê Kerkûkê û navçeyê, ev kare kirine.

Her wiha xelkê navçeyê dan zanîn ku wan kesane, bes serdana eşîretên Ereb û kesên Ereb kirine û derbarê rewşa mulkê Kurdan de hîç lêkolînek nekirine û li gel hîç aliyekî Kurd hevdîtin pêk neanîne.

Piştî zanîna wê rewşê, serokê civata navçeya Daqûqê, rê li wê lijneyê girt û da zanîn ku heta biryareke fermî ya rêvebiriya bajarê Kerkûkê û rêvebiriya navçeya Daqûqê neynin û nûnerê Lîsta Kurdistanê û nûnerê Kurdan yê li navçeyê jî li gel wê lijneyê nebe, destûrê nadin hîç karekê di navçeyê de bikin û ew biryarên ku dane jî hemû bê wate ne.

Serokê civata navçeyê da zanîn, eger ew hewlene berdewam bin, dê neçar bibin cotyaran dayêxine bazarê û bi xwepêşandanên aştiyane, daxwaziya mafê xwe li hikûmeta Êraqê bikin.

Pukmedia