1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girt
Polîs bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girt,polîs,bi,ser,avahiyên,dbp,û,hdp,ê,de,girt

Polîs bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girt

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Li navçeya Serêkanî ya Rihayê, polîsên tîmên taybet li gel dozger bi îddiaya ku di nav de çek heye duh bi şev bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyan de girt.

Li Rihayê û navçeyên wê di demên dawî de bi sedan kes di çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û bi dehan kes jî hatin girtin. Duh bi şev jî polîsên tîmên taybet li gel dozger bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girt. Di serdagirtina de hemû ode yek bi yek hatin gerandin û afîş, poster û alên li ser dîwaran jî hatin desteserkirin. Her wiha, hard-dîskên komputuran hatin birin.

Hevserokê HDP'ê ya navçeyê Mehmet Alî Aslan balê kişand ser polîtîkayên zext, binçavkirin û girtinan û da zanîn ku serdagirtin bi hinceta "lêgerîna çek" hatiye kirin. Aslan bertek nîşanî serdagirtinê da û got "Li Serêkanî hema her roj bi ser malan de digirin, welatiyan binçav dikin. Niha jî navenda sûkê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin."

(sy)