Polîs endamê DAIŞ'ê parast û ciwan daketin qadê
COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê ciwanan kesekî bi îdiaya endamê DAIŞ’ê ye dan sekinandin û polîsan ji destê ciwanan bi zorê girt. Li ser helwesta polîsan bi hezaran ciwan daketin qadê û li dijî DAIŞ'ê û polîsan meşiyan. Şahidê bûyerê Karakurt destnîşan kir ku kesê gumanbar bi çenteyekê digeriya û ji Êlihê ye.
Li Colemêrgê nîvê şevê li nezî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ciwanan kesekî bi îdiaya endamê çeteyên DAIŞ’ê ye dan sekinandin û girtin. Li ser bihistina bûyerê dema welatiyan nasnameya kesê gumanbar ê navê wî nehat zanîn kontrol dikirin polîs hatin cihê bûyerê û bi zorê ji destê welatiyan girt. Li ser hewldana polîsan bi hezaran ciwan li ser rêya nexweşxaneyê kom bûn û heya ber avahiya şaredariyê bi dirûşmên “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Kurdistan dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” meşiyan.
Şahidê bûyerê Îzzet Karakurt piştî meşê axivî û diyar kir ku ev çend roj in gel ji ber van îdiayan piştî fitarê nikare derkeve sûkê. Karakurt destnîşan kir ku wan kesek bi guman li nêzikê nexweşxaneyê girtine û polîsan ji destê welatiyan girtiye û wiha got: “Kesên ku duh jî hatin girtin ji aliyê polîsan ve hatin girtin em nizanin bê çi li wan kirin. Ew kesê ku îro hat dîtin jî ji Êlihê bû û nûfusa wî jî Dîlok bû. Di ser wî kesî de jî çenteyek hebû.”
Aloziya li bajar heya derengiya şevê berdewam kir.
(gka/wk)