1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs li navçeyan êrîş dike, gel li ber xwe dide
Polîs li navçeyan êrîş dike, gel li ber xwe dide,polîs,li,navçeyan,êrîş,dike,gel,li,ber,xwe,dide

Polîs li navçeyan êrîş dike, gel li ber xwe dide

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF AMED

Polîsan serê sibehê bi ser Komeleya Welatiyên Azad a Lalebeyê ya navçeya Sûrê de girtin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan serî sibehê bi wesayîtên zirxî ve Taxa Lalebeyê dorpêç kirin. Piştî dorpêçê polîsan bi ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a Lalebeyê de girtin. Lêgerîna polîsan a li komeleyê didome, der barê binçavkirinan de agahî nehat girtin.

ÊLIH

Operasyona leşkerî ku li çoltera gundên Kercosê hatibû destpêkirin her diçe berfireh dibe.

Li çoltera navçeya Kercosê ya Êlihê operasyona leşkerî ya duh bi beşdariya leşker û tîmên taybet ve hatibû destpêkirin didome. Pİştî ku operasyonê destpê kir di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn qewimî. Hat hînbûn ku piştî ji derketina gundê Til Hesenê ber bi çoltera gundên Şêrşê, Balanê, Qermotê Himêdiyê, Mezrê û Qesrikê ve operasyon berfireh bûye didome. Li herêmê balafirên keşfê yên "heron" difirin û leşker û tîmên taybet li bejahiyê jî kuçikên hatine perwerdekirin jî bi kar tînin.

Welatiyên ku ji bo rawestandina pêvçûnê çalakiya mertalên zindî pêk anîbûn û ji hêla leşkeran ve hatibûn rawestandin, sekna wan a li gundê Til Hesenê jî berdewam dike.

MÛŞ

Li Kopê piştî îlankirina "xwerêveberiyê" di navbera polîsên ku xwestin bikevin taxê û ciwanan de pevçûn derket.

Li navçeya Kopê ya Mûşê piştî ku "xwerêveberî" hate îlankirin polîsan xwestin bikevin Taxa Şehîtlîkê û di navbere polîs û ciwanan de pevçûn derket. Polîsan di êrîşê de gaza îsotê, ava şid û dem bi dem jî guleyên rast bi kar anîn, ciwanan jî bi molotof û keviran ve bersiv dan polîsan. Ciwanên ku parastina taxê kirin nehiştin polîs bikevin taxê. Di pevçûna ku heta seatên dereng ên şevê berdewam kir piştî ku polîs vekişiyan bi dawî bû.