1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs Navenda Çandê ya Cizîrê dagir kiriye!
Polîs Navenda Çandê ya Cizîrê dagir kiriye!,polîs,navenda,çandê,ya,cizîrê,dagir,kiriye

Polîs Navenda Çandê ya Cizîrê dagir kiriye!

A+ A-

ERDOGAN ALTAN

ŞIRNEX (DÎHA) – Li Cizîrê ku ji 27’ê kanûna 2014’an de polîsan ber avahiya Navenda Çanda Mem û Zîn a li serê Girê Evînê nû tê çêkirin dagir kiriye. Her wiha fîrmaya ku avahiyê çêdike ji ber ewlehiyê xebatên çêkirinê rawestandiye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî bûyerên di 27’ê kanûna 2014’an de pêk hat û vir ve li ser Girê Evînê ku ji hêla Şaredariya Cizîrê ve Navenda Çandê tê çêkirin, polis bi wesayîtên zirxî li wir şev û roj radiwestin. Ji wê rojê ve polîs bênavber ji wir guleyan direşandin ser hemwelatiyên li taxa Nurê yên çalakiya nobetê digirin. Ev yek bûye tiştek ji rêzê. Ji bo çêkirina avahiya Navenda Çanda Mem û Zîn ku di sala 2013’an de ji hêla Şaredariya Cizîrê ve dabûn îhalê û di meha îlonê jî dest bi çêkirina avahiyê hatibû kirin, li gorî qewilê hatiye danîn divê di dawiya meha sibatê ya 2015’an de bi dawî bibe. Lê ji ber polîs bi wesayîtên zirxî hatine bicihkirin, xebatkarên firmayê nikarin bixebitin.

Xebatên çêkirina avahiyê hate rawestandin

Fîrmaya Ozpol ku avahiyê çêdike nivisek ji Şaredariya Cizîrê re şandiye fikarên xwe wiha tîne ziman: “Avahiya ku çêkirina wî di bin teahuda me de hatiye destpêkirin aîdî ‘karê çêkirina avahiya Navenda Çandê’ ye, îmalatên ji 27.12.2014’an ve, pêvçûnên pêk hatine ewlehiya mal û canê me dixe xeteriyê, ekîbên me yên taşeron û karker ji ber di zorê de mane cihê karê xwe terk kirine, hevpeymanên xwe fesih kirine. Hêjjî em nikarin xebatên xwe bimeşînin, ji ber rewşa cihê avahiyê li ser girekê serweriya Cizîrê ye, her tim rastî guleyan tê, ji roja pevçûnê heta niha cihê kar û amûrên me zirar dîtine û ev yek jî hatine bi belge kirin. Xebatên çêkirina avahiyê ji ber karkerên fîrmayê kar terk kiriye û nehatiye halê tê xwestin, bi xwezayî kar rawestiyaye, ji agahdar û nêrînên we re erz dikin.”

‘Wê hesabê vê kî bide?’

Midûrê Çand û Karê Civakê ya Şaredariya Cizîrê Mahmut Duru derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku heke navend di dema xwe de xilas nebe wê sibê na du sibe mufetîş werin û hesabê vê yekê bipirsin. Duru da zanîn ku lê ji ber ev nêzî meheke polîs ji wir bi cih bûne, karker nikarin bixebitin dê xilas nebe, wê demê kî hesabê vê bide?

‘Rayedarên dewletê li pêkanîna xwe xwedî dernakevin’

Duru destnîşan kir ku wan heman demî de ji bo polîs êdî ji wir derkevin bi heman nivisê ku xwediyê fîrmayê serî li wan daye wan jî li Qeymeqamtiyê daye. Duru anî ziman ku lê qeymaeqam ji wan re gotiye midûriyeta polîsan dizane, midûriyeta polîsan jî dibêjin ev karê Wezîrê Karê Hûndir e, tiştekê ew bikin tune ye. Duru wiha got: “Qeymeqamî berpirsiyariyê davêje ser midûriyeta polîsan, ew jî bi awayek devkî dibêjin ku Wezîrê Karê Hundir çi dibêje ew jî wisa dikin. Yanî ne diyar e, wê polîs kengî ji wir derkevin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê demek kurt de polîs ji wir derkevin. Fîrma jî dest bi karê xwe bikin.”

(ea/wk)