1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs niha êrîşê xwendekaran dikin!...
Polîs niha êrîşê xwendekaran dikin!...,polîs,niha,êrîşê,xwendekaran,dikin

Polîs niha êrîşê xwendekaran dikin!...

Polîsan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê kirin. Bûyer didomin!

A+ A-

Xwendekarên welatparêz û muxalîf bi armanca şermezarkirina bûyerên duh bi êrîşa komekî xwendekar neyî ya bi dar û kêran a li Zanîngeha Dîcleyê şermezar bikin meşek li dar xistin û polîsan bi bombeyên gazê mudaxele li meşê kirin. Di dema mudaxeleyê de hinek xwendekar birîndar bûn û li zanîngehê bûyer berdesam dikin.

Gelek xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi armanca şermezarkirina koma xwendekar neyî ya duh bi daran û destikên hesin êrîş li xwendekarên welatparêzêr û muxalîf kirin li ber Fakulteya Perwerdehiyê hatin cem hev. Xwendekaran slogana "Dîcle dê ji faşîzmê re bibe gor" berz kirin û gelek xwendekarên fakulteyên din jî hatin tevlî xwendekaran bûn. Gelek endamên Egîtîm Sen'ê jî ji bo tevlî çalakiya xwendekaran bibin hatin ber fakulteyê. Xwendekar xwest ku li ber Navenda Kongreyê ya koma êrîşkar a konferasê li dar dixe daxuyaniyê bidin dest bi meşê kirin. Polîsan jî anons kir û diyar kirin ku ew destûrê nadin tu daxuyanî û meşan. Endamên Egîtîm Sen'ê ji bo barîkant bên rakirin bi rayedarên pevdîtin kirin. Bi sedan xwendekaran dest bi meşê kirin û ji barîkata polîsan derbas bûn. Xwendekarên di nava zeviyan de ber bi Navenda Kongreyê ya di nava kampusê de meşiyan û sloganên "Dîcle dê ji faşîzmê re bibe gor" û "Hîzbul şeytan li kurê bin Apocu dê li wir bin" berz kirin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxele li xwendekarên di nava zeviyan de dimeşiyan kir. Di dema mudaxeleyan de hinek xwendekar birîndar bûn. Xwendekaran jî bi keviran bersiva polîsan da û bûyer berdewam dikin. Polîsan ji helîkopterê jî bombeyên gazê avêtin xwendekarên welatparêz.

Li zanîngehê tedbîrên polîsan ên awarte balê dikêşin. Li ber avahiyên fakulteyê bi sedan hêzên çewîk, wesayîtên zirxî û TOMA disekînin.

(bd)