Polîs tecawizî zarokekê kir
ZEYNEP KÛRAY - STENBOL 23.06.2014 07:00:00 Derket holê ku polîsekî Tirk ê bi navê Yakut Bagraç keça 14 salî ya bi navê Ş.N.B. xapandiye, zewaca olî pê re kiriye û bi gefan bi heman dest avêtiye zarokê. Ş.N.B û dayika wê Ş.Y. cara yekemîn ji ANF'ê re axivîn. Ş.N.B. got, "Çeka xwe ya polîsiyê dida serê min û bi zorê dest diavêt min." Parêzera Ş.N.B Eren Keskîn da xuyakirin ku tevî rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê li ser xerabûna tenduristiya ruhî ya muwekîlê wê jî, Dozgeriya Komarê ya Geverê, der heqê polîsê gumanbar de ev 6 meh in doz venekiriye.
Ş.N.B. ya 14 salî li Çerkezkoy a Tekîrdagê bi dayika xwe re jiyaneke dilrehet, aram dijiya. Ş.N.B. a ji dibistana navîn bi awayekî serketî mezûn bû û dayika wê dê ew ji bo xwendina lîseyê bişanda Amerîkayê, piştî ku di 6'ê Gulana 2013'an de polîsekî trafîkê yê bi navê Yakûp Bagraç ê 30 salî nas kir, jiyan û xeyalên wê ser û bin bûn.
Ş.N.B. a 14 salî li Massa Cafe polîs Yakup Bagraç ê li Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Kapakliyê dixebite nas kir û tevî ku dayika wê li dij derket jî pêşniyara 'bibe hezkiriya min' a Bagraç qebûl kir. Ş.N.B. got, "Di destpêka meha Tîrmeha 2013'an de Yakup li navçeya Colemêrg Geverê hat wezîfedarkirin. Me telefonî hev dikin, mesaj ji hev re dinivîsand. Piştî demekê got ku ew ji min hez dike û dixwaze bi min re bizewice. Çavên min ewçend kor bûbû ku min ev pêşniyara wî qebûl kir. Dema min ji diya xwe re got, gelekî hêrs bû. Ji min re got ku ewê di 15'ê Tebaxê de biçe derveyî welat ji bo xwendina xwe bike, hînê temenê min gelekî biçûk e, ewê ti carî destûrê nede zewicandina min û ji min nûmara wî xwest. Diya min emrê min anî bîra Yakûp û bi ser wî de çû. Lê belê Yakup ji israra xwe venegeriya." AMÎR ÇAVÊ XWE GIRT
Ş.N.B. piştî demekê li ser banga Yakup Bagraç bi diya wî Bedînûr Bagraç re çû Geverê. Ş.N.B. diyar kir ku ew ji vê derê birine mala amîrê Yakûp Bagraç ê li lojmanê TOKÎ Sûat Dogan û got, "Diya min bi amîr re bi taybetî axivî û jê xwest ku Yakûp dest ji vê yekê berde û anî ziman ku ew qebûl nake ku bi Yakup re bizewicim. Amîr jî got ew nikare tiştekî bike, tiştek ji destê wî nayê. Diya min bi israr got ku ew ji vê rewşê ne razî ye û ji amîr Sûat Dogan xwest ku der heqê Yakup de lêpirsîna îdarî bide destpêkirin. Dogan jî got ku li ber destê wî gelek lêpirsîn hene û ev daxwaz red kir."
Piştî demekê ew bi hev re vedigerin Çerkezkoy a Tekîrdagê, bi Bagraç re di odeyeke cuda ya heman mala dayika wî re dimîne û Bagraç beriya zewaca olî jê re dibêje hin deynên wî hene. Li ser vê yekê, Ş.N.B. dayika xwe îqna dike ku mala xwe ya bi 240 hezar TL'yî bi 60 hezar TL'yî bifiroşe û deynê Bagraç ê 45 TL'yî dide. 15 hezar TL'yê din jî dayika wî weke lêçûnên zewacê xerc dike.
ÇEKA XWE DA SERÊ MIN Û TECAWIZ KIR
Di 9'ê Tebaxa 2013'an de, bi rêya mele zewaca olî bi Ş.N.B hat kirin. Her çend polîs Yakup Bagraç soz da Ş.N.B ku heta temenê wê temam bibe û zewaca fermî bike ewê pê re nekeve têkiliya zayendî jî, çek da serê wê û dest avêt Ş.N.B. Ş.N.B. got, "Heman êvara piştî zewaca olî Yakup xwest bi min re bikeve têkiliya zayendî. Dema min jê re got heta zewaca fermî tiştekî wiha nabe, milên min ba da, zor da min, dûre çeka xwe ya polîsiyê da serê min û got ku eger ez dengê xwe derxînim ewê min û diya min bikuje. Bi vî rengî dest avêt min. Gelek tiştên qirêj bi min da kirin."
MEGER EV NE BÛYERA WÎ YA YEKEMÎN BÛ!
Ş.N.B. a gelek caran bi zora çekê rastî destavêtina Bagraç hat, bi diya xwe re çû Geverê û li vê derê bi Bagraç re li malekê jiya. Ş.N.B. li vê derê pê hesiya ku Bagraç bi hemşîreyeke bi navê Z.U. ya li Nexweşxaneya Etfal a Şîşlî ya Stenbolê re xwedî têkiliyeke sê salan e û ji Z.U. ya ku jê re digot mîna wê Bagrac bi zorê dest avêtiye wê jî bawer nekir û pê re jiyana xwe dewam kir. Ş.N.B. diyar kir ku piştî demekê di encama têkiliya zayendî ya bi zorê de ducanî bûye û bûyerên di vê demê de bi serê wê de hat wiha anî ziman:
"Di encama têkiliya bi zorê de ducanî mam. Dema min ji Yakup re got ducanî me, ji min re got divê ji kesî re nebêjim, ji ber ku karmendê dewletê ye ditirse ku tiştekî nebaş bê serî. Ji ber ku temenê min biçûk e, min nebir doktor. Ji ber stresa rojane, zarok ji ber min çû. Di wê rewşê de jî ez nebir nexweşxaneyê. Kêm mabû ji ber çûyîna xwînê bimiram. Bi heban min hewl da êşa xwe kêm bikim."
SÊ CARAN GOT TE BERDIDIM Û CAREKE DIN NEGERIYA
Ş.N.B. ji ber têkiliya bi jina bi navê Z.U. re gelek caran bi polîs Bagraç re nîqaş kir û ji ber gefa mirinê lê hat xwarin bi diya xwe re reviya Tekîrdagê:
"Piştî ku hîn bûm têkiliya wî bi Z.U. re heye, me gelek caran nîqaş kirin. Hat rewşeke welê, rojekê Yakup çeka xwe ji nişka ve derxist, berê wê da min û gef li min xwar ku eger careke din vê mijarê bixim rojevê, ewê berde serê min. Dema diya min ev rewş dît, bi ser Yakup ve meşiya û Yakup çek teqand. Wê rojê kêm mabû ez bimirim. Di 18'ê Cotmeha 2013'an de careke din li nava malê me dest bi nîqaşê kir û Yakup diya min dehf da û ew birîndar kir. Wê rojê diya min biryar da ku bêyî ji Yakup re bêje vegere Tekîrdagê. Dema em di rê de bûn Yakup li min geriya, dema min jê re got te diterikînim, piştî sê caran ji min re got 'te berdidim' êdî careke din negeriya. Piştre ji cîranên me yên li Geverê hîn bûm ku Z.U. aniye mala me girtibûn û pê re jiyaye."
DEST XIST QIRIRKA MIN Û ÇEK DA SERÊ MIN Û DIYA MIN
Ş.N.B. a ku piştî meh û nîvekê di 18'ê Tebaxa 2014'an de bi diya xwe û nasekî xwe re ji bo wergirtina alavên xwe çû Geverê, ji ber ehliyeta xwe nîne polîs dest danî ser wesayîtê û heman êvarê bi mirinê gef lê hat xwarin:
"Êvara heman rojê Yakup bi du kesên ku weke polîs da naskirin hat ber derî. Diya min nexwest ew bikeve hundir, lê bi zorê ket hundir. Ez bir odeyekê. Me dest bi nîqaşê kir. Piştre ji nişka ve dest xist qirika min, min avêt ser qoltixekê û çek da serê min. Min dest bi qîriniyê kir. Dayika ku dengê min bihîst ket odê û hewl da mudaxleyî Yakup bike. Lê Yakup diya min jî dehf da ser min û vê carê berê çekê da me herduyan û gefa 'ezê we bikujim' xwar. Dema cîrana me ya qadê binî Kubra Atîlla ket hundirê odeyê û halê me dît, ji du kesên li salonê ku weke polîs dabûn naskirin, alîkarî xwest. Her du kes hatin çek ji destê Yakup girtin. Piştre hîn bûm ku ev her du kes Xwediyên Trafîka Herêma Yeddiemin û mûxbîrên polîsan Zeyît Emrah Bayguneş û Ozgen Ozcan bûn. Careke din wesayîta min nedan min û niha ji aliyê emniyeta Geverê ve tê bikaranîn." KONTROLA EDLÎ HAT DANÎN, LÊ TAVILÊ HAT RAKIRIN
Piştî bûyerê Ş.N.B. dayik û cîranên wê li Dozgeriya Komarê ya Geverê gilî kirin. Piştî ku heft saetan îfade hat kirin, çeka Yakup Bagraç hat desteserkirin û bi biryara tedbîra kontrola edlî hat berdan. Piştî çend mehan tavilê ev biryar hat rakirin û careke din li karê xwe vegeriya. Ş.N.B. dibêje, "Daxwaza min a bi tenê, ev cinawirê bi mehan tecawizî min kir bê cezakirin e. Ez edaletê dixwazim. Jiyana min ser û bin kir. Min nedixwest ewçend bi lez mezin bibim." Dayikê jî got ku ewê dest ji vê bûyerê bernede. TEVÎ KU 6 MEH DERBAS BÛN JÎ DOZ NEHAT VEKIRIN
Parêzera Ş.N.B. Eren Keskîn der barê pêvajoya hiqûqî de agahî da û diyar kir ku tevî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê rapora 'tenduristiya wê ya ruhî xera bûye' rapor daye muwekîla wê jî, Dozgeriya Komarê ya Geverê ev 6 meh in bi israr der heqê polîsê gumanbar de doz venekiriye.
Keskîn got, "Muwekîla min di sala 1999'an de ji dayik bû û niha 15 salî ye. Li pêşberî tiştên ji min re got, bi rastî jî matmayî mam. Muwekîla min, zordariyeke ewçend dijwar a zayendî jiyaye ku jinên hatiye temenekî jî nikarin vê rewşê rakin. Lê tevî vê jî hînê doz nehatiye vekirin." Keskîn bang li hemû rêxistinên jinan kir ku xwedî li Ş.N.B. derkevin.