1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Polîs wê hîn bêtir bikuje!'
'Polîs wê hîn bêtir bikuje!',polîs,wê,hîn,bêtir,bikuje

'Polîs wê hîn bêtir bikuje!'

A+ A-

ALÎ BARIŞ KÛRT - ÎZMÎR - ANF Bavê Baran Tûrsûn ê bi fîşeka polîsan a kuştin Mehmet Tûrsûn hişyarî da ku bi guhertina dawî ya hikûmeta AKP'ê re wê cînayetên nû rû bidin û got, "Di 1'ê Gulanê, Newrozê, 8'ê Adarê de wê mirovan bikujin. Dewletê ji bo vê kirasekî qanûnî amade kir."

Bavê Baran Tûrsûn ê di 25'ê Mijdara 2007'an de li Îzmîrê bi guleya polîsan hat kuştin û damezrînerê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, armanca zêdekirina erkên polîsan ji me re nirxand.

Tûrsûn ragihand ku li gorî wan, erkên polîsan ji xwe zêde ne û kuştinên bi fîşekên polîsan rû didin, êdî veguherîne rêze cînayetên polîsan. Tûrsûn destnîşan kir ku pêwîste erkên polîsan bêtir însanî bin, lê belê di demeke ew li bendê bûn ku qet nebe li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê be, hikûmet erka polîsan zêdetir dike.

'POLÎS DIKARE ÇEKÊ TÊXE NAVA NIVÎNÊN ME!'

Tûrsûn bal kişand ser gotinên zexel ên 'pêşdîtin û gumana maqûl' ku di qanûna erka polîsan de tê xwestin bê bicihkirin û destnîşan kir ku her çend ev peyv masûm bê dîtin jî, bingeha şîdet û bêcezahiştina polîsan diyar dike.

Tûrsûn ragihand ku 'gumana maqûl' têgîneke nedîtbar e û diyar kir ku li gorî yê ji Kurdan hez bike û yên jê hez neke, yê kêfxweş û yê xemgîn têgîna 'gumana maqûl' cuda ye.

Tûrsûn got, "Eger destê we di bêrîka we de be û hûn bimeşin, ev yek dikare ji bo polîs bibe gumana maqûl. Yan jî erk ji polîsan re tê dayîn, ku eger yek nasnameya xwe nede, bi çekê dest lê werde. Dema tu nexwaze bi "zorê" ji aliyê polîsan ve bê ragirtin û bibin dadgehê, hingî erka polîs a bikaranîna çekê derdikeve holê. Êdî polîsek bixwaze were li mala we lêgerînê bike, wê pêwîstiyê bi destûra dadger yan jî dozger nebîne. Yanî eger polîs bixwaze çekê bixe nav nivînên we, hûnê nikarin bibin asteng."

'KUŞTINA MIROVÊN JI BO MAFAN TÊDIKOŞ IN, WÊ ZÊDE BIBE'

Tûrsûn bibîr xist ku ji 170 kesên ji sala 2007'an û vir ve hatine kuştin, yên ne xwedî nêrîna polîtîk 140 e û anî ziman ku hejmara mirovên ji bo maf têdikoş in, 30 e.

Tûrsûn got, "Niha dixwazin vê berevajî bikin. Yanî wê di nava 2 salan de mirovan bikujin, lê piraniya van ew kesên li mafê xwe digerin bin. Wê di 1'ê Gulanê, Newrozê û 8'ê Adarê de mirovan bikujin. Dewletê jî ji bo van cînayetan kirasê qanûnî amade kir. Heta niha polîsan di çalakiyan de yek bi yek wêne dikşan û dida dozger. Bi qanûna nû re, mînak; wê wêneyê giştî yê bi hezaran kesên li qada 1'ê Gulanê bê kişandin û bidin dozger û bêjin, 'vaye ji te re gumana maqûl.' Êdî bêyî mirov molotofan biavêjin, keviran biavêjin wê karibin bên girtin. Berê 'gumana xurt a xwe dispêre delîlên madî yên giran' hebû, niha 'gumana maqûl' heye...

Polîs ji bo ji van qanûnan sûdê werbigirin, dibe ku serî li provokasyonan bide. Mînak; li hemberî zarokên Kurd ji xwe bi gelek hincetên mîna avêtina molotofan, cezayên giran tên dayîn. Lê weke mînaka Serap Eser, dibe ku provokasyon jî bên ceribandin. Serap Eser dema di otobusê de bû, molotof hatibû avêtin û hatibû kuştin. Piştî rojekê rojnameyan bi nivîsa 'terorîstan keça ciwan kuştin' bûyera dabûn. Lê belê li pişt vê bûyerê MÎT derketibû holê. Dibe ku di ser şewitandina alê, şewitandina bustê Ataturk de jî ev provokasyon werin ceribandin.

Tûrsûn diyar kir ku dewlet dixwaze, ji niha û pê ve ne bi biryara dadgehan û dadgeriyê, bi destê polîsan kar bimeşîne û got, "Lewma parastina polîsê sûcdar wê bibe karê sereke yê dewletê."


Bêjeyên Miftehî