‘Polîs û bazirganên tiryakê tevkariyê dikin'
REMZÎ SOLMAZ
WAN (DÎHA) - Ciwanê bi navê O.K ku li navçeya Bêgirî ya Wanê ev 4 sale hewl dide xwe ji tiryakê rizgar bike, jiyana xwe û ka çewa tiryakê temîn dike vegot. O.K îdîakir ku kesên tiryakê difiroşin ciwanan bi polîsan re tevkariyê dikin û wiha wiha axivî: "Polîs navên kesên tiryakê dijmêre û dibêje 'Hûn tiryakê ji van digirin?'. Her çiqas em navê wan bidin jî. Tu kes nayê binçavkirin. Jixwe yên ku tiryakê didin me, bi polîsan re tevkariyê dikin."
Li navçeya Bêgirî ya Wanê, ciwanê bi navê O.K ê 23 salî ku ji Beşa Ceyranê ya Dibistana Pişeyî ya Bilind Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bûye ev 4 sale hewl dide xwe ji tiryakê rizgar bike. O.K diyar kir ku 4 sal beriya niha bi destê hin hevalên xwe esrar bikaraniye û di nava demê de tiryakên wekî metafetamîn û beste bikaraniye. O.K, got ku ji ber tiryakê, ji kar û malbata xwe bûye û da zanîn ku ev 2 sale li kolanê dijî. O.K, anî ziman ku ji ber tiryakê tenduristiya wî xerabûye dixwaze derman bibe lê ji ber ku pereyê wî tuneye wî nikariye derman bibe. O.K, derbirî ku du mehan di Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê derman bûye lê ji ber aboriya wî tunebû, nekariye dermankirina xwe bidomîne. O.K, ku piştî ji nexweşxaneyê derket cardin dest bi tiryakê kiriye, da zanîn ku ji ber vê malbata wî jî têkiliyên xwe bi wî re kut kirine.
‘Di binçav de sixurtî li min inyat kirin'
O.K, bilêv kir ku ew gelek caran ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û di bin çav de her carê polîsan xwestiye ku ew ji polîsan re sîxurtiyê bike. O.K, derbarê mijarê de wiha angaşt: "Dema ez li Wanê hatim binçavkirin polîsan ji min re got, 'Di destê me de wêneyên ku te di çalakiyan de dide nîşandan hene. Tu wê derbarê kesên em navê wan bidin de agahî berhev bikî û bidî me'."
‘Polîs bi tiryakfiroşan re tevkariyê dike'
O.K, di berdewamê de idîa kir ku polîs bi tiryakfiroşên ku tiryakê didin ciwanan re tevkariyê dikin û wiha got: "Polîs navên kesên tiryakê dijmêre û dibêje 'Hûn tiryakê ji van digirin?'. Her çiqas em navê wan bidin jî. Tu kes nayê binçavkirin. Jixwe yên ku tiryakê didin me, bi polîsan re tevkariyê dikin. Eger, dewlet bixweze, rewşa me wiha nedibû. Tavika pergalê em ji kar û malbata xwe kir."
'Li AMATEM'ê jî tiryak tê firotin'
O.K, her wiha qala rewşa kesên tiryakê bikartînin jî vegot û destnîşan kir ku kesên hînê tiryakê bûne yên zevicî dema pereyê tiryakê peyda nekin, bi zorê hevjînên xwe pêşkeşî zilamên din dikin, an jî diziyê dikin. O.K, dîsa got ku kesên pere peyda nekin, ji bo pereyê tiryakê sîxurtiyê jî qebûl dikin û parast ku dewlet bi zanebûn çav li tiryakfiroşan diniqe. O.K, herî dawî, angaşt ku li navenda dermankirina tiryakê AMATEM'ê ji turbacî tiryakê difiroşin
(lg)