Polîs û ulkucuyan êrişî BDP'iyan kir
Li Meletiyê polîs û ulkucuyan êrîş li meşa Rêxistina BDP'ê ya Meletiyê ya bi armanca balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê kir.
Rêxistina BDP'ê ya Meletiyê bi armanca balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya 61 rojin li girtîgehan berdewam dike li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlîbû de sloganên "Bijî berxwedana zindanan" û "Em dê bi berxwedanê serbikevin" hatin berzkirin. Piştî daxuyaniyê girseya dixwast ku çelenga reş danî ber Rêxistina AKP'ê ya Meletiyê dest bi meşê kir ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî hate asteng kirin. Ligel astengiya girse hata ber avahiya PTT'ê meşiya. Li vir komeke ulkucuyan bi kevir û daran êrîş li BDP'iyan kir. Polîsên demekê êrîşa polîsan şopand pişt re li şûna mudaxeleyê li ulkucayan bike bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li BDP'iyan kir.
BDP'iyên derbasî avahiya xwe bûn jî êrîşa ulkucuyan ranewestiya. Koma ulkucuyan piştî barikata polîsan vê carê jî hekaret kirin û kevir, dar û şîşe avêtin avahiya BDP'ê. Di êrîşê de camên BDP'ê şikestin.
Ketin û derketina avahiya BDP'ê hate qedexkirin û koma ulkucuyan a belav nebû polîs tu mudaxeleyan lê nakin. Polîs û koma ulkucuyan li ber avahiya BDP'ê disekinin.
DİHA