1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsa li ber Ofîsa Serokwezîr mudaxele li ÎHD'iyan kir
Polîsa li ber Ofîsa Serokwezîr mudaxele li ÎHD'iyan kir,polîsa,li,ber,ofîsa,serokwezîr,mudaxele,li,îhd,iyan,kir

Polîsa li ber Ofîsa Serokwezîr mudaxele li ÎHD'iyan kir

Polîsan mudaxele li ÎHD'iyên dixwastin li ber Ofîsa Serokwezîr a li Dolmabahçeyê bi armanca balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyê bidin çapemeniyê kir û di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Riza Dalkiliç û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe jî hene 7 kes hatin binçavkirin.

A+ A-

Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca bertekê nîşanî hikûmet û serokwezîr ê ku li hemberî çalakiya greva birçîbûnê bêdeng in xwestin li ber Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan mudaxele li komê kir. Polîsan destûr neda ÎHD'î daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê ÎHD'iyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û polîsan mudaxele li ÎHD'iyan kir. Di mudaxeleyê de di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Riza Dalkiliç û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe jî heyî 7 ÎHD'î bi zorê hatin binçavkirin.

ÎHD'iyên hatin binçavkirin slogana "zext me bêzarnakin" berz kirin.

DİHA