Polîsan bi ser Şaredariya Êlihê ve girt
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Êlihê bi ser Şaredariya Êlihê û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Cîgirê Şaredar Hayrettîn Caymaz, Piştevaniyê Veysel Çotak, Endamê Meclîsê Salih Altun binçavkirin û anîn avahiya şaredariyê û pişt re li Şaredariyê lêgerin pêk anîn.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Êlihê serê sibê li Êlihê, Amed, Sêrt û gelek cihên din saet di 05.00'an de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Cîgirê Şaredar Hayrettîn Caymaz, Piştevaniyê Veysel Çotak, Endamê Meclîsê Salih Altun binçavkirin û anîn avahiya şaredariyê û pişt re li Şaredariyê lêgerin pêk anîn. Ji ber ku der barê sedema serdegirtinê de agahî nehat dayîn. Di lêgerîna şaredariyê de Wekîlê Şaredar Dicle Tekik, Endamê Meclîsa Şaredariyê Gulistan Akel, Mustaf Tugyildiz û Hamza Ayîş li şaredariyê radiwestin.
Li Amedê jî endamê Meclîsa BDP'ê Ercan Aslan, mala Ertugrul û hevsera wî Evin Tuncel binçavkirin. Tê gotin ku gelek kesên din jî hatine binçavkirin.
DÎHA (mae)