Polîsan bombeyên gazê avêtin avahiya KCD'ê
Pevçûnên li Amedê dest pê kirin li Semta Ofîsê belavbûn.
A+
A-
Pevçûnên li Amedê dest pê kirin li Semta Ofîsê belavbûn. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş li avahiya KCD'ê ya ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê û endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin, kir. Di paçeyan de bombeyên gazê ketin avahiyê û hate ragihandin ku kesên di çalakiya greva birçîbûnê de birîndar û nerihetbûn.
DİHA
Bêjeyên Miftehî polîsan,bombeyên,gazê,avêtin,avahiya,kcd,ê