Polîsan destûr nedan çalakiya Dayikên Aştiyê
Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku xwestin çelenga reş li ber avahiya AKP'ê ya Amedê dînin, rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku xwestin çelenga reş li ber avahiya AKP'ê ya Amedê dînin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî astengiyê li ser navê dayikan Sultan Koyûn daxuyanî da û helwesta polisan şermezar kir.
Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, bi boneya operasyanan şermezar bikin xwestin çelenga reş li ber avahiya AKP'ê ya Amedê dînin. Endamên Înîsiyatifa Dayikan ku pankarta "Em dixwazin hikûmeta AKP'ê îstîfa bike" vekirin rastî mudaxaleya polîsan hatin û li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan mudaxele pêk anî û çelenga reş şikandin. Piştî dayikan çalakiya rûniştine pêk anî, li ser navê dayikan Sultan Koyun, daxuyanî da. Koyun, anî ziman ku wan xwest bi boneya operasyonên dawî şermezar bike çelenga reş dîne ber avahiya AKP'ê, lê polîsan destûr neda wan. Koşun, da zanîn ku çelenga reş a di destê wan de ne tang û top e, lê ev yek jî tehamul nekirin û êrîş pek anîn. Koşûn helwesta polîsan şermezar kir û got "Hûn dayika 70 salî dahf didin û dixin xwar. Ev fermana Erdogan e. Em vê yekê şermezar dikin.
Çalakiya dayikan piştî daxuyaniyê bi dawî bû. DÎHA (mae)