Polîsan dor li Amedê girt
A+
A-
Beriya mitînga BDP’ê ya ku dê li Qada Batikenta Amedê li dar bixe, polîsên Tirk hemû rêyên Amedê girtin.
Piştî ku Walîtiya Tirk a Amedê mitînga “Ji bo jiyanek azad, hevgihîna wijdanê” ya BDP’ê ku dê îro li dar bixe qedexe kir, polîsan dor li Amedê girt. Di saetên danê sibê de bi taybet li derdora Qada Batikentê, li gelek rêyên Amedê polîs hatin bicihkirin. Têketin û derketinên qadê hemû hatin girtin û polîs li ber hemû saziyên dewletê hatin bicihkirin.
Polîsan li gel Batikentê, ji Qada Îstasyon, Ofîs, Tesîsler heta Qada Batikentê bendek 200 metreyî danîn. Her wiha polîs li gelek cihan jî nasnameyan kontrol dikin.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî polîsan,dor,li,amedê,girt