1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsan gef li me xwarin
Polîsan gef li me xwarin,polîsan,gef,li,me,xwarin

Polîsan gef li me xwarin

Birayê leşker Pinar: Polîsan ji bo em mukir neyên gef li me xwarin

A+ A-

Endama Lîjneya Kordînasyona KCD'ê Ayla Akat Ata û rêveberên Rêxistina BDP'a Êlihê, malbata Leşker Selman Pinar a dema ji polîsan reviya û ket valahiya korîdora nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da ziyaret kir û sersaxî xwestin. Birayê leşker Pinar û şahidê bûyerê Adnan Pinar, diyar kirin ku kesên bi rûpoş gefa "Heke tu bibêjî polîs bersûc in, tu dizanî em ê çi bikin" li wan xwarine.

Serdana Konê Şînê yê ji bo Leşker Selman Pinar ê li Taxa Şîrînevlerê hatiye vedan didom in. Endama Lîjneya Kordînasyona KCD'ê Ayla Akat Ata, Wekîla Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel û gelek endamên BDP'ê çûn serdana sersaxiya malbata Pinar. BDP'yiyan sersaxiyê ji malbata Pinar xwest. Li vir birayê leşker Pinar û şahidê bûyerê Adnan Pinar, çavdêrî û şahidiya xwe ji BDP'yiyan re vegot. Pinar, diyar kir ku dema duh çû ser gora birayê xwe 2 kesên rûpoş gef li wi xwarin. Pinar, anî ziman ku kesên bi rûpoş gefa 'Heke tu bibêjî bûyerê polîsan kiriye û serdana suc bikî, tu dizanî em dê çi bikin ji te' li wî xwarin. Pinar, anî ziman ku di vî rewşî de ewlehiya wî nemaye û xwest ku saziyên sivîl bûyerê lekolîn û ronî bikin. Kurxaletê leşker Pinar, Veysî Orak jî da zanîn ku heta niha rayedarek fermî yên dewletê li wan negeriyaye û sersaxî nexwestiye û wiha got: "Qet nebe ev kes endamekî TSK'ê bû û dikaribûn bigeriyana ka ev bûyer çewa çêbû? Kê kir, çewa kir? bipirsiyana. Sersaxiyek bidana. Lê mixabin kurxaleta min bi mirina xwe ve ma."

'Em dê bûyerê bişopînin'

Piştre Endama Lîjneya Kordînasyona DTK'ê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku bûyer ji birayê leşker Pinar hîn bû û dê bûyerê bişopînin. Ata, destnîşan kir ku ev pirsgirêkek cidî ye û wiha got: "Hem dikujin û hem jî dilê wan heye hesabê bipirsin. Ev jî tê wateya ku 'em hem dikin û hem jî bincil dikin' Bila ev kes baş zanibin ku me bi salan li hember qatilên rûyê xwe maske datînin re têkoşiya ye. Ev bûyer pêşî karê darizgeriyê ye. Divê berpirsiyarên bûyerê derxîne holê. nexwe dê ev bûyer li cem me yek berpirsiyarê vî bûyerî heye ew jî berpirsiyarên dema ku leşker di bin çav de bû ye." Ata, xwest şahidên bûyerê bên guhdarkirin û şahidên din jî hebin ew jî şahidiyê bikin û wiha berdewam kir: "Em dê heta dawî dozê bişopînin û ronî bikin."

(ea/mae)


Bêjeyên Miftehî