Polîsan heta serê sibê li Geverê funye teqandin
COLEMÊRG (DÎHA)- Polîsan li navçeya Geverê bi hinceta di maşinê de teqemenî heye ji şevê din heta serê sibê funye teqandin. Di teqînên funyeyan de gelek camên avahiyên garaja Şaredariyê şikestin.
Polîsan şeve din li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi îdîaya di maşîneya li ser rêya Armûşê ya li hember Garaja Şaredariyê de teqemenî heye ji duh êvarî heta serê sibê funye teqandin. Polîsan rêya ku ketin û derketina bajêr ji vir pêk tê li trafîkê girtin. Polîsan bang kir ku avahiyê derdorê bên valakirin û piştre wesayît bi funyeyan teqandin. Polisan ji duh êvarî heta serê sibê funye teqandin Dengê teqînên pêk hatin li her derê bajêr hat bihîstin û welatî ketin nava tirsê. Polîsan demeke pir dirêj derdor bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn. Maşîna ku bi funyeyê hat teqandin hemû şewitî. Nehat zanîn ku xwediyê maşînê kîye. Ji ber heta serê sibê funye hatin teqandin gelek camên avahiyên garaja şaredariyê şikestin.
Hat zanîn ku di wesayîtê de bombe tune bûye û piştî perçeyên wesayîtê hatin komkirin ber bi sibehê rê ji trafîkê re hat vekirin.
(kom/gka/mae)