Polîsan hewl da ku malbatê arasteyî çalakiyê bike
7 Pûşper
AMED (DÎHA) - Malbata Y,Ş a ku nêzî salek beriya niha, ji bo xebatê çûbû Îzmîrê û cardin jê agahî nehat girtin, diyar kir ku, çend meh beriya niha polîs hatine mala wan û ji wan re gotine ku "Keça we çûye çiye" û ew arasteyî BDP'ê kirine.
Derdikeve holê ku malbatên li Amedê ji bo zarokên xwe çalakî lidardixin çewa ji çend meh beriya niha ve ji aliyê polîsan ve ji bo çalakî lidarbixin hatine arastekirin. Malbata Y, Ş a 23 salî ku salek beriya niha ji bo xebatê ji Amedê çûbû Îzmîrê û cardin jî jê agahî nehat girtin, diyar kir ku polîsên TEM'ê nêzî duh meh beriya niha hatine mala wan. Malbatê got ku polîsan ji wan re gotine ku keça wan tevli PKK'ê bûye û arasteyî BDP'ê kirine. Malbatê destnîşan kir ku polîsan bi gotinên "Herin serî li BDP'ê bidin. Bila zaroka we bînin" hewl dane wan îkna bikin.
Xwîşka Y.Ş'ê, L. Ş anî ziman ku polîsan bi israr gotine "Keça we çûye çiyê" û derbarê mijarê de ev tişt parve kir: "Xwîşka min, 23 saliye. Ji ber çalakiyên siyasî du caran hate girtin û di girtîgehê de ma. Gelek caran rastî pêkutiya polîsan hat. Polîsên hatin mala me digotin 'Serî li BDP'ê bidin. Zarokên gelek malbatan hatin. Dê ya we jî were'. Min jî ji wan re got, 'Em çewa bînin. Dema hat. Hûn ê bigirin, têxin girtîgehe', gotin 'Na, ger serî li zagona poşmaniyê bide nayê girtin'."
L.Ş, ragihand ku bavê wê jî ji ber îşkenceyên polîsan her dû çavên bavê wê kor bûne û wiha axivî: "Dema li bavê min dixistin, gelek diçû zora me. Ev êşek mezin bû. Polîsan digot, 'Keça xwe bînin, em tiştek nakin'. Min jî bavê xwe nîşanê wan da û got 'Ez ji we bawer bikim, an ji kirinên we?'. Piştre jî derketin çûn."
L.Ş, herî dawî balkişand ser malbatên ku li ber şaredariyê ji bo zarokên xwe yên tevli PKK'ê bûne çalakî li dar dixin û got ku ew vê çalakiyê di cih de nabîne û bi lêv kir ku tu kes bi zorê naçe serê çiyê.
(lg)