1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsan li Amedê êrîşê xwepêşandêran kir
Polîsan li Amedê êrîşê xwepêşandêran kir,polîsan,li,amedê,êrîşê,xwepêşandêran,kir

Polîsan li Amedê êrîşê xwepêşandêran kir

A+ A-

Ji ber ku Walitiya Amedê destûr neda mitînga BDP’ê ya li Amedê, beriya mitîngê li semta Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîra Amedê di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn rû da.

Polîsên Tirk bi bombeyên çavsoj û ava şid êrîşê girseyê kir, xwepêşandêran jî bi kevir molotof kokteylan bersiv didin êrîşa polîsan.

Li aliyeke din, polîsan li navenda bajêr tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin. Ji bajarên Dîlok, Meletî, Xarpêt, Êlih, Riha, Konya, Qeyserî, Tokat, Erzirom û bajarên din gelek polîs û wesayitên zirxî anîn Amedê.

ANF NEWS AGENCY