Polîsan li Cizîrê ciwanek qetil kir
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê şevê din polîsan xwestin wesayîtekê rawestînin û 4 kesên ji wesayîtê derketin û revîn, gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn û ji kesên birîndar Hasan Nere li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û birîndarê din jî bi hevalên xwe re reviya.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din li Kolana Kobanê polîsan xwest ku bi wesayîtên zirxî pêşiya wesayîtekê bigirin. 4 kesên di wesayîtê de piştî wesayît rawestiya ji wesayîtê hatin xwarinê û ber bi taxa Cudî ve dest bi revê kirin û li ser vê yekê wesayîta zirxî kesên direviyan gulebaran kirin.
Di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn. Ji kesên birîndar yek ket û yê din jî bi hevalên xwe re reviya û xwe xilas kir. Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê piştî polîs çûn cem kesê birîndar destên wî pişve girêdan û nêzî nîvseatê li erdê hiştin. Welatiyên bertek nîşanî polîsên bang li ambulansê nekirin dan û bi polîsan re nîqaş kirin. Di dema nîqaşan de polîsan çek dirêjî welatiyan kir û hemû kes ji herêmê dûr xistin.
Piştî nivseat şunda ambulans hat cihê bûyerê û ciwanê bi navê Hasan Nere yê 17 salî rakirin nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Nere hat Nexwexaneya Dewletê ya Cizîrê û cenazeyê zarokên xwe teşhîs kirin. Pişt re cenaze ji bo otopsiyê şandin Amedê. Heke karên otopsiyê bi dawî bibin dê cenazeyê Nere bînin Cizîrê û li wir defin bikin.
(bd)