1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsê Şahîn Oner kuşt li xwe mikur hat
Polîsê Şahîn Oner kuşt li xwe mikur hat,polîsê,şahîn,oner,kuşt,li,xwe,mikur,hat

Polîsê Şahîn Oner kuşt li xwe mikur hat

Polîsê Şahîn Oner kuşt li xwe mikur hat: Me Oner bir qereqolê

A+ A-

TURAN TİTİZ Piştî Şahîn Omer ê 19 salî ku bi maşîna zirxî ya polîsan hat qetilkirin Dozgerê komarê yê Amedê der barê 7 salîsan de lêpirsîn vekir. 7 polîsan û 2 şahidê bûyerê îfade dan dozger. Polîsê ku Şahîn Oner qetil kir, li xwe mikur hat û got: "Me Şahîn bir qereqolê. Şahidê bûyere diyar kir ku piştî polîsan bi maşîna zirxî Oner bi erdê re kaş kir û Oner li erdê dirêj bû polîsekî got "Ma tu hêj nemiriyî" û neheqî li wî kirin.

Di 10'ê Sibatê de komek ciwan li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenişehîrê ya Amedê xwestin 15'ê Sibatê şermezar bikin. Koma ku dest bi çalakiyê kirin rastî mudaxaleya polîsan a bi maşîna zirxî ya akreban hatin. Di mudaxaleya polîsan de maşîna zirxî li ciwanê 19 salî yê xwendekarê pola dawî ya lîseyê Şahin Oner qeliband û qetil kir. Polisan ewil xwest ser bûyerê veşêre û berovajê aşkere kir. Polosîn got bombe di destan de teqiya û jiyana xwe ji dest da. Ajansa Nûçeyan A Dîcleyê (DÎHA) ewil xwe gîhand şahidê bûyerê û wêneyê cenaze û nûçeyên AA, CİHAN, DHA û ÎHA ku li ser daxuyaniya polîsan û Waliyê Amedê pêşkêş kir derewand. Ajansa me DÎHA pişt re xwe gîhand raporê û di raporê de jî çespant ku Şahîn Oner ketiye bin maşîna akrep û jiyana xwe ji dest daye. Ajansa me DÎHA niha jî xwe gîhand forma girtekên yekîneya tenduristiyê ya ambulansa ku cenazeyê Şahîn Oner ji Qereqola Şehitlîkê wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê. Waliyê Amedê Mustafa Toprak ewil gotibû "Di destê wî de bombe teqiya" piştrî nûçeyên me Walî daxuyaniya xwe guhert û diyar kir ku ew dê lekolîn bikin. Ajansa me formê ku yekîneya tenduritiyê ya ambulansa ku çû cihê bûyerê û der barê bûyerê de têbinî girt bi dest xist. Di belgeyê de derdikeve holê ku cenazeyê Şahîn ne li cihêbûyerê, li Qereqola polîsan a Şehîtlîkê hatiye wergirtin. Di girteka "pêşnasandina mirina Şahîn Oner" de nîşeya "Ji ber qezaya trafîkê ya li dervê maşînê û lêketinê eciqandin, şikandin û girêdayî şikandinê perçebûna dokuyan" hat girtin.

Polîs li xwe bikur hatin

Piştîbûyerê Dozgerê Komarê yê Amedê der barê 7 polisan de lêpirsîn vekir. Piştî lêpirsînê dozgeriyê îfadeya 7 polîs û 2 şahidên bûyerê girt. Dozger parast ku di rapora pêşîn a otopsiyê de sedema mirina Oner baş nehatiye ronîkirin. Di rapora otopsiyê de îfadeya "Di otopisiyê de ji bedena Şahin Oner mînaka xwîn û idrarê hat girtin dîsa ji bizuvê wî yê hundir pîvana toksolojik "zahrîna piştî qezayê û sedema jahrîbûnê" û lêkolîna histolojîk hat kirin. Materyal ji bo lêkolîna toskolojik li saziya Tipa Edlî ya Amedê, ji bo lêkolîna histolojîk jî şandin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Dozgeriyê di dosyaya lêpirsînê de ji dîmenan heta şahidan bi tevahî 58 delîl şandin Serokê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dozger j bo ku 'ka ji ber teqîna medeya teqeminyê ye agno ji ber lêqilibandina maddeyek din e jiyana xwe ji dest daye' fêr bibe xwest agahî bê dayîn. Dozger di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 7 polîs û 2 şahidan girt. 2 welatiyên şahidê buyerê kirn diyar kirin ku Oner di bin zikê maşîneya zirxî de hat kaşkirin û piştre polîs daketin xwar û gotin "Ma tu hêj nemiriyî" û rahiştin wî û avêtin hundirê maşîna polîsan. Şahidan, anîn ziman ku polîsan piştre ew birin qereqola polîsan.

Polîs jî li xwe mikur hat û diyar kir ku wan bi maşîna zirxî ya tîpa 45 Oner birin Qereqolê. Polîsê bi sicila hêjmar 288 370, diyar kir ku bi maşîna zirxî ya 75'an çû cihê bûyerê û wiha got: "Ji bo em komê belav bikin me mudaxale kir. Hemû kom li kolana 26'an kom bibûn. Maşîna Zirxî ya hêjmar 75 a bi marka Shortland di pêş me de ket kolana 26'an. Xiza wê 20-25 km bû. Dema em jî ketin kolanê ciwanek li kolanê dirêj bûbû. Şefê yekîneyê ambulans xwest. Lê piştî 3-4 deqîqê şûnde navenda nûçeyan xwest em şexs ji kolana 26'an wergirin û bibin Navenda Qereqola Polîsan a Şehîtlerê. Navendê ji me xwest ku şexis bibine qereqolê û anons kirin û gotin ambulansa 112'an dê bê şexs ji vir bibe. Piştî bûyerê Oner ji cihê bûyerê hilda û birin Qereqola polîsan. Dema me bir baxçeyê qereqola polîsan rewşa wî ne giran bû. Dema me şexs ji maşinê daxist dengê xirîniyê dihat. Bi qasi ez dizanim di destê wî de lepikê pirtuqalî yê înşaetê hebû. Em li ser şexs geriyan. Li ser wî entirîka destan telfona destan, heste û fitil derket."

Polîse maşîna zirxî ya hejmar 45 a Akrep yê bi sicila hêjmar 278619'an jî wiha got: "Dema em hatin navenda polîsan rewşa şexst ne pir xerab bû. Polîs li gel Oner bi ambulansê çûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaenyê nêzî 20 dk mesaja dil pêk anîn. Min nedît ku maşîna hêjmar 75 li kesî qeliband. Dema şexs li ser hişê xwe bû jî der barê bûyerê de tiştek negot. li ser wî nasname tune bû. Min xwest wî nas bikim. Lê got min berdin ez dixwazim biçim.

Polîsê bi hêjmar 294110 jî diyar kir ku dema wî Oner li erdê dît texmîn kir ku bi madeya teqemeniyê ketiye xwar û ji ber vê yekê bi vî rengî anons kiriye û wiha got: "Ez û hevalê xwe yê şofor çûn cem şexsê ku li erdê dirêj bûye. Ruyê wî birîn bû. Ji serê wî jî diqan derdiket. Min got belkî bi teqemeniya ku em dibêjin 62 birîndar bûye.

Polîsê hêjmar 256180'an ku bi maşîna akrep a 75'an li cihê bûyerê bû diyar kir ku dema ketin kolana 26'an mijek zêde hebû û wiha got: "Çalakvanan molotof, kevir û bombe davêtin me. Me li tu kesî neqeliband. Dema em dikolê re derbas dibûn min dît yekî xwe li erdê dirêj kiriye û çogên xwe kişandiye zikê xwe. Dema min ev kes dît min navenda nûçeyan agahdar kir. Dozgerê Komarê hat cihê bûyerê. Dîmena 2 maşîyan girt. Me maşine paqij nekir. Ji ber ku maşîne giran e dema li pekî biqelibine jî nayê hîskirin. Polîsên maşina 75'an ên hêjmar 253506 û 212856'an jî îdîa kirin ku maşînê li qesî neqelibandiye.

'Anons kirin û gotin maşînê li kesekî xistiye'

Operatorê Bêtelê ya Qanal a Miduriyeta Şaxa Elektronikê ya Midûriyeta Polîsan ê sicîla hêjmar 275 376 jî diyar kir ku ji maşîna polîsan a hêjmar 75'an anons hat kirin û wiha got: "Di anonsê de diyar kirin ku ji kolana 26'an maşînê li kesekî xistiye û kes di bin maşîna zirxî de maye. Lê min baş fam nekir û min xwest dîsa dubare bikin. Lê disa ji 75'an anons nehat. 45'an anons kir. Polîsê operator, got maşina polîsan li Oner xistiye. Polîsê operator, da zanin ku polîs di anonsê de gotiye dibe molotof kokteylî avêtibe û ambulans xwetin û piştre ambulans arasteyî navenda polîsan kirin.

Maşînê Şahin Oner 15-20 metreyan li pey xwe kaş kir

Şahidê bi navê L. Ç. jî anî ziman ku maşina polîsan bi lez ket kolana 26'an û wiha got: "Min li qatê 5'an bûyer temaşe kir. Maşîna polîsan a Akrep bi lezgîn ket nava koma 7-8 kesan. Maşine bi 30 metre xizê diçû. Dema maşîna akrep ket kolanê Şahîn Oner 3 dûrî maşînê rawestiya û destê xwe bilind kir. Lê maşine ranewestiya û li sîna Şahin Omer xist. Piştre Oner 15-20 metreyan li pey xwe kaş kir û diya xwe dewam kir. Piştî 15-20 metreyan Oner ji bin zikê maşînê derket.

'Polîsê ji Akrepê daket ji Şahîn Oner re got 'ma tu hêj nemiriyî?'

L.Ç., ani ziman ku piştî maşîna ewil derbas bû maşîna duyemîn hat cihê bûyerê û 3 polîs ji maşinê daketin û wiha berdewam kir: "Polîsek bi çek nêzî Oner bû. Bi çeka xwe hat cem Oner û got "Min.... ma tu hêj nemiriyî?" 5 deqîqeyan li ser serê Şahîn rawestiyan. Piştî demekê gule berdan hewa û polîsan Oner xist erebê û ji cihê bûyerê birin. Pişti maşîna Şahîn bir, maşîna ku li Şahîn qeliband paşve vegeriya û pêş erebeya xwe paqij kirin."

'Maşînê li Oner qeliband'

Şahidê bi navê Y. D. jî wekî L. Ç. îfade da û wiha got: "Maşînê di nava bûyere de li Şahin qeliband. Di navbera min û Oner de 3 metre hebû. Dema min Oner dît di destê wî de tiştek tune bû. Tiştek nediavêt maşînê. Lê maşinê li wî qeliband. Ruyê wî jî vekirî bû. Dema maşînê li Şahin xist kesên di apartmanê de xwestin Şahîn bi lezgin rakin nexweşxaneyê. Lê polîsan ji welatiyan re çêrên nexweş kirin."

(mae)