1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsên Alman nekarîn coşa mihrîcanê bişkênin
Polîsên Alman nekarîn coşa mihrîcanê bişkênin,polîsên,alman,nekarîn,coşa,mihrîcanê,bişkênin

Polîsên Alman nekarîn coşa mihrîcanê bişkênin

YEK-KOM’ê helwesta polîsên Alman şermezar ki

A+ A-

YEK-KOM’ê helwesta polîsên Alman a li hemberî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Almanya Mannheimê ya ku zêdetirê sedhezar kes beşdar bûn, şermezar kir û diyar kirk u di encama bombeyên gazê de bi dehan kes birîndar bûn. YEK-KOM’ê ragihand ku qanûna qedexekirina PKK’ê yak u 19 sal in li Almanyayê heye, êdî bê wate bûye û got; “Divê hukûmeta Merkel a ku piştgirî dide Bihara Ereban, ji Bihara Kurdan netirse.”

Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Almanya Mannheimê ya ku roja yekşemê pêk hat, mihrîcana herî qelebalix a van salên dawiyê bû. Qada Maimarktgelände ya ku ji bo 200 hezar kesî hatiye çêkirin, tije bû. Lê mihrîcan li rastî mudaxeleya polîsên Alman hat.

Ji ber îdîaya “Kurd dê êrîşê kargehên Tirkan bikin” a Komeleya Karsazên Tirk a Mannheimê polîsên Alman dor li mihrîcanê girtin. Polîsên Alman dest dan destê nijadperestên Tirk û di mihrîcanê de êrîşê ciwanên Kurd kirin.

Di dema beşa ciwanên Kurd a ji Franseyê ber bi Mannheimê ve, de nijadperestên Tirk êrîşê ciwanên Kurd kirin. Her wiha polîsên Alman jî êrîşê ciwanên Kurd kirin, di encamê de du ciwanên Kurd birîndar bû, yek ji ciwanan li şûna ku were dermankirin, hate dersînorkirin. Polîsan di dema mihrîcanê de li zarokê 12 salî yê ku sembola Kurdan pêre bû xistin.

"POLÎSÊN ALMAN, POLÎSÊN TIRK ANÎN BÎRA ME"

Ji beşdarên Mihrîcanê Bêrîvan O. diyar kir ku ew li hemberî êrîşa polîsên Alman heyrî man û got; “Em ji ber zextên polîsên Tirk reviyan. Divê Alman cûda bûya. Divê polîsên Alman, weke polîsên Tirkan li hemberî me ne ewqas hişk bûna. Lê îro rewş pir cûda bû. Min careke din fêm kir ku ger mijar Kurd be, tu ferqa polîsên Alman ji ya polîsên Tirk tune ye.

Federasyona Komelayên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) ku mihrîcanê organîze kir bi zimaneke tund provakasyonên polîsên Alman protesto kir. YEK-KOM’ê bal kişand ku PKK ji bo mafên demokratîk ên bi milyonan Kurdan têdikoşe û ragihand ku ji ber vê jî Kurd guhdarî qedexeya li ser PKK’ê nakin. YEK-KOM’ê got; “Ji niha û pêve jî guh nadin.”

YEK-KOM’ê helwesta polîsên Alman a li hemberî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Almanya Mannheimê yak u zêdetirê sedhezar kes beşdar bûn, şermezar kir û diyar kirk u di encama bombeyên gazê de bi dehan kes birîndar bûn.

YEK-KOM’ê ragihand ku qanûna qedexekirina PKK’ê yak u 19 sal in li Almanyayê heye, êdî bê wate bûye û got; “Divê hukûmeta Merkel a ku piştgirî dide Bihara Ereban, ji Bihara Kurdan netirse.”

ANF NEWS AGENCY