Polîsên Leşkerî li Kobaniyê hatin avakirin
KENDAL CÛDÎ
KOBANÎ- Desteya Parastinê ya Kantona Kobaniyê ji bo rê li pêşiya tevleheviyên ku hin alî dixwazin bi nav YPG’ê çêdibin bigrê, Bureya Polîsên Leşkerî vekir.
Piştî rizgarkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ ê û wêrankirina bajar gelek kes dixwazin tevlehevî bi navê YPG’ê bikin û gotegotan di nava gel de belav dikin.Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê bi armanca rê li pêşiya kesên behsa mijarê bigire, Buroya Polîsên Leşkerî vekir.
2015-5-16BUREYA POLÎSÊN LEŞKERÎ LI KOBANÊ HATE VEKIRIN (1)
Têkildarî mijarê Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku piştî rizgarba Kobanê hin ji kes cilên YPG’ê li xwe dikin û gelek tevleheviyan li Kobanê û gundên wê çêdikin. Welatiyên Kobanê jî nerazîbûnên xwe li hemberî van rêbazan nîşan didin.
Şêx Hesen da xuyakirin ku ji bo rê li pêşiyên van tevleheviyên bi navê YPG’ê çêdibin bigrin wan pêwîstî bi vekirina Bureya Polîsên Leşkerî dît û wiha berdewam kir:”Polîsên Leşkerî tenê bi kesên Leşkerî ve, kesên ku çek û çilên YPG’ê lixwe dikin û di kolanên Kobanê digerin re têkildar dibin.ˮ
Hesen di dawiya axaftina xwe de anîn ziman ku ji ber Kobanê gelek avahiyên wê wêran bûne wê di demê pêş de navendeke Polîsên Leşkerî li Kantona Kobanê bê vekin.
(dc)
ANHA